Jina bi êrîşa zayendî re rûbirû ma: Ne em hûn ê şerm bikin

  • 10:08 24 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Jineke ku li metorbusa diçû Avcilarê siwar bû, ji Fatîh Ozdemîr ê ku li dijî wê êrîşa zayend pêk anî re got; "Ne em hûn ê şerm bikin."
 
Duh li Stenbolê di metrobusa ku diçû Avcilarê jinek bi êrîşa zayendî ya kesê bi navê Fatîh Ozdemîr re rûbirû ma. Piştî êrîşê Fatîh Ozdemr ji aliyê kesên derdorê ve ji metrobusê hat daxistin. Piştre jina bi êrîşê re rûbirû ma di parvekirineke xwe de wiha got: "Ne em hûnê şerm bikin. Ez bêdeng namînin tu yê j iber xwe şerm bikî."
 
Piştre polîsên ku gazî cihê bûyerê hatin kirin, Fatîh Ozdemrî binçav kirin.