KCD:Di ser qirkirina li ser Ermeniyan 104 sal derbas bûn
- 09:59 24 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - KCD'ê derbarê salvegera Komkujiya Ermeniyan a 1915'an de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Polîtîkayên qirker, komkujî û nîjadî yên Îttihat û Terakkî, îro bi destê AKP’a ku bûye MHP ve tê nûjenkirin û li Sûr, Cizîr, Silopî, Gever, Nisêbîn, Kerboran û li gelek bajarên din ên Kurdistanê hat meşandin. Gelê kurd bi qirkirin û wêraniyeke mezin re rû bi rû ma."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê salvegera Komkujiya Ermeniyan a 1915'an de daxuyanî da.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
"Polîtîkayên pişaftin û qirkirinê ya li hemberî gelên Anatolya û Mezopotamyayê li ser navê tirkîtiyê bi hişmendiya yek dewlet, yek gel, yek ziman ji hêla Cemiyeta Îttihat û Terakkî ve hatiye destpêkirin, di roja me de bênavber didome û tê domandin.
Kurd, Ermen, Suryan, Êzidî, Çerkes û gelek gel û baweriyên din bi qirkirinan re rû bi rû man. Di nava van qirkirinan de ya herî mezin û texrîbatên wê zêde bûn, bêguman Komkujiya Ermeniyan a di 1915’an de pêk hat. Di vê qirkirinê de derdora milyon û nîvek Ermen hatin qetilkirin. Ew qas jê jî ji cih û warên xwe hatin derxistin. Bi vê re dînamîka civakî ya ku di encama hezaran salan derketibû holê, hat tunekirin.
Di ser qirkirin û trajediya mirovahiya li ser Ermeniyan hat meşandin 104 sal derbas bûn Ligel daxwaz, bendewarî û di heman demê de bangewaziyên raya navneteweyî û wijdanê mirovahiyê jî dewleta TC’ê bi vê pekanîna dijmirovahî û qirêjiyê rû bi rû nehatiye û berovajî vê yekê serî li înkarkirinê daye. Di encama ev feraseta înkarkirinê de polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê ermenî hat meşandin, li ser gelê kurd jî tê meşandin.
Polîtîkayên qirker, komkujî û nîjadî yên Îttihat û Terakkî, îro bi destê AKP’a ku bûye MHP ve tê nûjenkirin û li Sûr, Cizîr, Silopî, Gever, Nisêbîn, Kerboran û li gelek bajarên din ên Kurdistanê hat meşandin. Gelê kurd bi qirkirin û wêraniyeke mezin re rû bi rû ma.
Îktîdara AKP-MHP’ê herî dawî çeteyên mîna DAIŞ’ê danî kêleka xwe û êrîşî bajarê ku li Sûriyeyê herî aram bû, bajarê aştiyê û cihê ku gel xwe bi xwe bi rêve dibir Efrînê kirin. Dagirkirina Efrînê nûjenkirina ev polîtîkayên qirkirinê ye.
Ev polîtîka û pêkanîn, berxwedan û vîna gelê me ya bi salane ji bo azadiyê derxistiye holê, tune nekiriye. Ev yek di tecrubeyên berê de bi awayekî eşkere derketiye holê.
Di çarçoveya van nirxandinan de; em qirkirina di 1915’an de ya bi taybetî li ser gelê ermenî û bi giştî li ser hemû gelên Mezopotamya û Anatolyayê hat meşandin bi tundî lanet dikin.
Em bang li dewlet û hikûmeta AKP’ê dikin ku bi paşeroja xwe re rû bi rû were û dev ji pêkanînên û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelan dimeşîne berde. Em di wê baweriyê de ne ku bi tevkarî û têkoşîna hevpar a gelan em ê siberoja xwe azad bikin."