Mîhrîcana Şanoyê bi dirûşma 'Heqîqet azad dike' dest pê dike
- 09:57 24 Nîsan 2019
- Çand û Huner
AMED - Wê Mîhrîcana Şanoya Amedê ya 7'an di 26'ê Nîsanê de dest pê bike. Şanoger Yavûz Akkûzû, diyar kir ku ew li benda hemû şanohezan e.
Dê Mîhrîcana Şanoya Amedê ya 7'an di 26'ê Nîsanê de dest pê bike û heta 5'ê Gulanê dewam bike. Mihrîcan bi dirûşma “Heqîqet azad dike” bê lidarxistin. Wê ji Amed, Wan û Stenbolê gelek komên şanoyê tev li mîhrîcanê bibin û her wiha wê ji Mahabadê jî komek tev li mîhrîcanê bibe. Wê mîhrîcana îsal diyarî şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya bê kirin ku par jiyana xwe ji dest dabû.
Şanorger Yavûz Akkûzû, diyar kir ku ew ê mîhrîcana îsal diyarî lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya bikin ku par jiyana xwe ji dest dabû. Akkûzû, anî ziman ku ew ê di mîhrîcanê de bi şanoya xwe der barê çalakiyên greva birçîbûnê de jî hin peyaman bidin û bal bikişînin ser tecrîdê.
Mehmet anî ziman ku wê merasîma vekirina mîhrîcanê li li eywana Şanoya Bajêr Amedê bê lidarxistin û wiha got: "Piştî merasîma vekirinê wê mîhrîcan li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Mezin a Amedê bê lidarxistin. Em li benda temaşevanên xwe ne. Hêza hunerê ya ku mirovan bîen cem hevdu heye. Ez bawer dikim wê temaşevanên me jî li ser vî esasê tev bigerin û xwedî lê derkevin."
Bernameya mihrîcanê wiha ye:
26’ê nîsanê roja înê
* 19.00: Tenê ez
27’ê nîsanê roja şemiyê
* 15.00: Tenê ez
* 19.00: Ji min ewqas (Benden bu kadar)
28’ê nîsanê roja yekşemê
* 19.00: Mal be kol
29’ê nîsanê roja duşemê
* Zargotin zêrgotin e
30’ê nîsanê roja sêşemê
* 19.00: Kozik
1’ê gulanê roja çarşemê
* 19.00: Zabel
2’ê gulanê roja pêncşemê
* 15.00: Zabel
* 19.00: Serûbin (Altust)
3’ê gulanê roja înê
* 15.00: Serûbin (Altust)
* 17.00: Hêzên Palyaço ya Azad
* 19.00: Teyba dawî ya krapp
4’ê gulanê roja şemiyê
* 15.00: Ji akademiyê re raporek
* 19.00: Xeyala lal (Lâl hayal)
5’ê gulanê roja yekşemê
* 19.00: Tartuffe