Xizmên girtiyan: Em dest ji têkoşîna xwe bernadin
- 09:14 24 Nîsan 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Girtiyê bi navê Omer Gezer 55 roj e li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye. Xwişka wî Fatma Ezer da zanîn ku ew bi fikar in û got: “Heta tecrîd ranebe em ê berdewam bikin. Pariyê me naçe xwarê. Lê dîsa em bi mafdariya têkoşînê bawer in û dilê me rehet e.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 168’emîn de didome. Piştî Leylayê li girtîgehan çalakî belav bû ji 1’ê Adarê şûnde nêzî 7 hezar girtî bedena xwe dan ber mirinê. Girtiyê bi navê Omer Ezer ê di 1997’an de li Farqînê hatiye dinê jî ji 1’ê Adarê de tevlî grevê bûye. Omer bi îdiaya di çalakiyekê de wêneyî wî hatiye kişandin 10 sal û 6 meh ceza lê birîn. Omer 4 sal û 8 meh e jî girtiye, çalakiya wî di roja 55’an de ye.
'Ez bi pirtûk û cilên wî radizam’
Fatma Ezer bi hestiyariyek mezin dest bi gotinên xwe kir û got: “Ez û Omer wek heval bûn. Me her tişt parve dikir. Ez 19 salî me. Birayê min 5 sale di girtîgehê de ye. Em her tim diçûn cem wî. Ez di riya girtîgehê de mezin bûm. Ez bi êvaran bi cil û pirtûkên wî radizam. Pêvajoyek zehmet bû. Lê dîsa me serî netewand. Em dil û rihê xwe ligel wan e.”
‘Em dest ji têkoşîna xwe bernadin’
Fatmayê bi lêv kir ku wan çalakiya grevê ji Omer dipa û got Omer di pêvajoyek wisa de xwedî ruhekî pêşeng e û wiha got: “5-6 rojên grevê qediyabûn. Moralê wî baş bû. Dema min bihîst çavê bavê min tije bû. Li ser vê birayê min bavê min teselî kir. Em dizanin ku heta çalakiya wan bi sernekeve wê est ji grevê bernedin. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
‘Em ji wî hêzê digirin’
Fatmayê destnîşan kir ku tevî grev hatine astek krîtîk her kes bêdeng e û got Omer ji bo wan pêşengiyê dike û got ew wek malbat jî ji wî hêzê digirin.
Dayik Emîne Gezer jî wiha got: “Omer ji bo gelê xwe têdikoşe û hatiye girtin. Niha jî di grevê de ye. Kezeba me dişewite. Em ranazên. Xwarin naçe xwarê. Kurê min li dijî zilmê bêdeng nema. Hat girtin. Niha di grevê de ye. Kurê min di hevdîtina vekirî de got ‘Moralê me baş e. Ji malên xwe derkevin, deng derbixin.’ Ez bi kurê xwe serbilind im. Em dixwazin tecrîd ji ser Abdullah Ocalan û kurê min rabe.”