Dayikên Gebzeyê: Heta maseya çareseriyê ava nebe em ji vir venaqetin

  • 09:10 24 Nîsan 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
KOCAELÎ - Dayikên di dema çalakiya nobeta li ber Girtîgeha Gebezeyê hatin derbkirin û binçavkirin, diyar kirin ku ew ê ji bo zarokên xwe her tiştî bikin. Dayikan diyar kirin ku her çalakiyên grevê bidomin wê çalakiyên wan jî bidomin û gotin: "Bila maseyek çareseriyê ya hemû partî tê de ne ava bikin. Em dayik in. Êdî bes e."
 
Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ji 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya nobetê dan destpêkirin û didomînin. Dayikên temenê wan di navbera 50 û 70’ê de ji Mêrdîn, Nîgde, Riha û Erziromê çûn Gebzeyê û ji bo zarokên xwe bidin jiyîn berxwe didin.
Dayika girtiyên bi navê Alî Îlhan Bayer û Ruşen Bayer, Zeynep Bayer ji roja ewil de di grevê de ye û ew jî bi rojane tê binçavkirin û bi erdê re tê kaşkirin. Zeynebê wiha got: “Ez amade me ji bo zarokên xwe her tiştî bikim. Ez ê çalakiya xwe bidomînin. Şansek min ya din tune ye. An wê aştî bê an jî em ê wisa li kolanan berxwe bidin.”
 
‘Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin’
 
Hanîfe Bayer a ji bo zarokên xwe di çalakiyê de jî wiha got: “Em ji bo wan li vir in. Yekane daxwaza me edalet e. Polîs hatin em bi erdê re kaş kirin, em bi zor binçav kirin. Talîmatan didin wan. Polîs jî wisa dikin. Em dixwazin daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Em naxwazin tabut ji girtîgehan derkevin.”
 
‘Ez ê jî di nava çalakiyan de bim’
 
Cemîle Çîftçî ku xwişka girtiyê bi navê Selîm Çîftçî yê 23 sale di girtîgehê ye, balkişand ser êrîşên polîsan û wiha got: “Ji me re dibêjin ji vir biçin. Em jî dibêjin em naçin. Me kaş dikin û binçav dikin. Birayê min 23 sal e girtî ye. Em dibêjin daxwazên wan qebûl bikin. Heta greva wan bidome em ê jî çalakiya xwe bidomînin.”
 
‘Ma em ji zarokên xwe girîngtir in?’
 
Fehîme Ekmez jî daxuyakirin ku ew ji bo daxwazên girtiyan bînin ziman çalakiyê pêk tînin û wiha got: “Me bi erdê re kaş dikin. Destên min werimîn. Di bin çavan de gotin tu çima hatiye vir? Min jî got ‘heta kurê min di grevê de be ez ji wir naçim. Binêrin ez niha di binçavan de me hûn min berdin ez dîsa diçim ber Girtîgeha Gebzeyê.”
 
Dayika girtiyê bi navê Îsmet Taş, Hazal Taş jî bi lêv kir ku heta zarokên wan di grevê de bin ew jî wê li ber girtîgehê vê êşê bikşînin û got divê demildest ji bo zarokên wan çareyekê bibînin.
 
Dayika Ozlem Soyler, Hatîce Soyler wiha got: “Em her roj ji bo bên ber girtîgehê dikevin riyan. Hîna em nagihêjin wir polîs dora me digirin. TOMA, polîs û leşker dora me digirin. Em jî rûdinin û çalakiya rûniştinê dikin. Heta zarokên me di grevê de bin em ê çalakiyan pêk bînin. Em dayik in, êdî bes e. Bila her kes destê xwe bike bin kevir.”