Hevşaredar Fîgen Altindag: Şaredarî hatiye talankirin û di bin deynan de ye
- 09:05 24 Nîsan 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Hevşaredara HDP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag derbarê texrîbatên di şaredariyê hatin kirin de axivî. Fîgenê, diyar kir ku qeyûmê şaredar 1 mîlyar û 26 milyon TL şaredarî kiriye bin deynan.
Hevşaredarên HDP’ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di 15’ê Nîsanê de piştî ku mazbatayên xwe wergirtin li şaredariyê derbarê deynan de dest bi lêkolînan kirin. Hevşaredara HDP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag derbarê texrîbatên ji aliyê qeyûm ve di şaredariyê de hatin kirin de ji ajansa me re axivî. Fîgen diyar kir ku li gorî encamên di destên wan de di kaseya şaredariyê de 95 mîlyon TL pere heye, 63 mîlyon TL deyn xuya dike û qeyûm şaredarî li doar 1 mîlyar 26 mîlyon TL deyndar kiriye. Fîgenê, di bardewamiyê de anî ziman ku ji vî deynî tenê 620 mîlyon TL deynê Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Mêrdînê (MARSU) heye.
Fîgenên bal kişand ser serdema beriya ku bibin hevşaredar a hilbijartinê û wiha got: Beriya ku em şaredariyê bi dest bixin me pêvajoyeke hilbijartinekê ya zehmet derbas kir. Pêvajoyeke ne adîl bû. Dema me xebatên hilbijartinê dikirin em li her derê bi pirsgirêkan re rû bi rû diman. Îktîdarê nedihîşt ku em bûroyek hilbijartinê vebikin û nedihîştin ku xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bên kirin. Lê li dijî hemû astengiyan me xebatên xwe domand û di 31’ê Adarê de em bi ser ketin. Gelê Kurd di 31’ê Adarê de bersiveke mezin da qayiman.”
Fîgen, di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi piştgiriya gelê wan ê bi rûmet di 15’ê Nîsanê de wan mazbatayên xwe wergirte û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredarî aîdê gel e û xwediyê wê jî gel e. Ji ber ku şaredarî ya gele me dîwarên ku li dora şaredariyê hatibûn lêkiirn rakirin û me xwest ku em bi gel re xebatên xwe bimeşînin. Em dema li derve bûn me dibihîst ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji hêla aboriyê ve di tengasiyê de ye. Lê belê dema ku em hatin ketin şaredariyê ev tenê ne tengasî bû, berovajî wê şaredarî hatiye talankirin. Em her roj li dosyeyan dinêrin û her cara em dinêrin jî deynên şaredariyê zêde dibin. Li şaredariyê nelirêtiyên mezin hatine kirin.”
Qayûm şaredarî 1 milyar û 26 mîlyonan deydar kiriye
Fîgen, da zanîn ku di kaseya şaredariyê de 95 mîlyon TL heye û 65 TL deyn xuya dike û wiha domand: “Qeyûmê şaredarî nêzî 1 mîlyar û 26 mîlyonan deyndar kiriye. Ji vî deynî tenê 620 mîlyon TL deynê Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Mêrdînê(MARSU) heye. Em bi şaredariyeke hatiye talankirin re rû bi rû ne. Her wiha ji hêla barkirinê de jî pirsgirêk hene. Mînak li Parqa Karayollari ya ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin e li dijî îbareya, 'Ji bo bazirganiyê nayê bikaranîn' jî dewrê emlaga millî hat kirin. Piştî dewr kirine, parq ji alîgirên xwe Artuk Bey û Mêrdo re tahsîs kirin. Ji xeynî vê jî projeyên aydê beriya ku qeyûm bê tayînkirin ku hatibûn amadekirin wekî ku projeyên wan in bi buhayekî mezin kirine jiyanê û wekî lêçûn ji wan be nîşan dane. Em ê li ser van hemûyan bisekinin. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Dema em îro li xebatkaran dinêrin ew qas zêde xebatkarên ku nehatine kar û di malên xwe de rûniştine bi bûhayê mezin meaşê wan hatiye dayîn hene. Cihê ku mal û milkê gel e çawa dibe 'xizmeteke' wiha lê tê kirin.”
‘Em ji rihê têkoşînê hatine’
Fîgen, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku lêkolînên wan ên li ser deynan didomin û wiha domand: “Dema em hatin şaredariyê me dît ku mûçeyê(meaş) personelan nehatiye dayîn. Bi taybetî dane sekinandin heta dîroka ku em hatine şaredariyê. Dema beriya me her meh mûçe hatiye dayîn lê di dema ku ber bi nêzbûna em ê şaredariyê dewer bigirin de bi zanebûn mûçe nehatiye dayîn. Bi vê helwestê xestine ku me li hember xebatkaran xirab nîşan bidin. Lê wê tiştekî wiha nebe. Em ê bersiva herî baş bidin wan. Pere di qaseyê de qediyaye, deynên banqeyê û krediyan hene û nehatine dayîn. Qada tevgera me bi zanebûn hatiye tengkirin. Ava ku divê bihata klorkirin nehatiye klorkirin. Me şaredariyeke bi vî rengî dewr girtiye. Em ji rihê têkoşînê hatine. Em ê deynan di pêşerojê de hemûyan bi çapemeniyê re parve bikin. Şaredariya Mêrdînê şaredariya ku herî zêde dibin deynan de hatiye hiştinê ye.”
‘Em ê heta dawî ji bo gelê xwe bixebitin'
Fîgen, di dawiya axaftina xwe de wiga got: “Em ê heta dawî ji bo gelê xwe bixebitin. Em wek wekîlên gel hatin vê derê û divê em bersivê bidin wan. Gelê me jî dixwaze ku nelirêtiya li şaredariyê hatiye kirin demildest bê aşkerakirin û bi wan re bê parve kirin. Bendewariya gelê me ev e. Şaredarî mala gel e. Em ê ji bo gelê xwe her xizmetê bikin. Em ê bi alîkariya gel di vê rêyê de bi ser kevin. Em ê xwedî li şaredarî û gelê xwe derbikevin.”