Jinên Efrînê: Ji bo tecrîd were şikandin em ê her li berxwe bidin
- 09:04 24 Nîsan 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê çalakiya Leyla Guven û rehevalên wê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kirin û gotin: "Ji bo tecrîd bişkê em her tim amede ne her roj em di nav çalakî û têkoşînê de ne."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemergê Leyla Guven ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 168’an de berdewam dike. Jinên Efrînê jî piştevaniya xwe ya ji bo çalakvanên grevê didomînin.
'Daxwaza Leyla, daxwaza tevahî jinan e'
Jina bi navê Sîham Xelîl wiha got: "Çalakiya Leyla Guven li tevahî cîhanê belav bûye, çalakiya Leyla û daxwaza wê, daxwaza hemû jinan e. Tevî ku dora 7000 kes ketiye greva birçîbûnê ji bo şikandina tecrîdê, lê dewletên Navnetewî bê deng in li hember vê yekê. Em vê bêdengiyê şermezar dikin."
'Hemû jin xwedî li daxwaza Leyla derdikevin'
Jina bi navê Efaf Elî jî wiha axivî: "Çalakiya Leyla ji bo şikandina tecrîdê bi nirx û pîroz e. Em her piştevaniya vê çalakiyê dikin, bi îradeya jinan dê tecrîd bişkê. Em jinên Efrînê hemû li pişta Leyla ne."
'Berxwedana ku bi heval Sakîne Cansiz dest pê kir îro bi Leyla Guven dewam dike'
Hêva Elî jî ev tişt got: "Berxwedana ku bi heval Sakîne Cansiz dest pê kir îro bi Leyla Guven dewam dike. Em jî weke jinên Efrînê bi Leyla Guven re ne, heta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Dijmin çi dike bila bike nikare me û Rêber Apo ji hev qut bike. Ji bo tecrîd were şikandin em ê her li berxwe bidin."