'Siyaseta dûrî heqîqet û cewhera jinê be siyaseteke ne demokratîk e'
- 09:01 24 Nîsan 2019
- Rojane
Rûken Goman
SILÊMANÎ - Siyasetmedar û Berdevka Tevgera Azadiyê ya li Başûrî Kurdistanê Tara Husên derbarê rewşa siyasî û qirîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Tara diyar kir ku divê siyaseteke demokratîk û dirust li Başûrê Kurdistanê were meşandin.
Di çarçoveya nirxandina rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û qirîza aboriyê de Siyasetmedar û Berdevka Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Tara Husên axivî. Tara got:"Ji bo pêşketinek berbiçav divê îradeya gel esas bê girtin."
'Armanca me em tevahî jinên Başûrê Kurdistanê bi rêxistin bikin'
Tara di destpêka axaftina xwe de qala xebatê beşdarbûna qada siyasetê dike û wiha dibêje: "Wekî jineke siyasetmedar ji Başûrê Kurdistanê di sala 2008'an de min dest bi xebatê siyasî kir. Wekî xebatkara Partîya Çareseriya Demokratik a Kurdistan (PÇDK) min xebatê xwe dida meşandin, di sala 2011'an de li kongreya 5'emîn a PÇDK'ê wekî Endama Desteya Rêvebir a partiyê hatim hilbijartin. Piştî avakirina Tevgera Azadî wekî berdevka giştî ya Tevgera Azadî hatim hilbijartin û heya niha ez xebatê xwe berdewam dikim. Di heman demê de di nava rêxistina jinê ya bi navê RJAK'ê cih digirim, dibe xebatê siyasetê giran jî be, lê bi vîn û israreke mezin armanca me em tevahî jinên Başûrê Kurdistanê bi rêxistin bikin."
'Siyaset û parlamentoyên Başûrê Kurdistanê deng û îradeya gel napejirînin'
Di berdewamiya axaftina xwe de Tara balkişand ser rewşa aloziyê ya ku niha Başûrê Kurdistanê tê de dijî û wiha domand: "Bi giştî rewşa siyaseta Başûrê Kurdistanê niha di nava alozî û rewşeke qeyranê de ye. Ji ber destpêka sala 1992'an du rêxistinên deshilatdar PDK û YNK'ê derketin holê û parlamenterek ne bi vîna gel û li gorî xwe dane çêkirin. Heta niha çend hilbijartin çêbûne, lê tu parlamenterên li Başûrê Kurdistanê nekaribû, bibe deng û îradeya gel. Ji aliyê her du rêxistinan ve hikumetek hatiye avakirin, lê hîn rewşa qirîzê didome. Berî qirîzê jî serokê herêmê heta niha jî erka wî nemaye, lê wekî malbateke deshilatdar siyasetekê nîşan dide ku tevahî gel jê tengav bûye , eger siyasetek li ser esasê îradeya gel neyê pejirandin wê ew siyaset vala derbikeve."
'Di encamên siyaseta ne dirust de qirîz kûrtir dibe û rewşa aboriyê jî xerab bûye'
Tara destnîşan kir ku li ser sedemên vê qirîzê û rêbazên şaş yên ku dihêle ev kirîz neyê çareserkirin, nayê sekinandin û wiha berdewam kir: "Bê guman sedemên kûrkirina vê aloziyê pir aliyên xwe hene, yek jê di navbera rêxistinên desthilatdar de pirsgirêk hene li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û her tim di nava wan de nakokî hene. Loma jî em zehmetiyên vê yekê dikşînin tiştekî ku xizmeta gel bike nîne. Nîqaş û pirsgirêkên wan ji bo qezenckirina kursiya ye. Aliyê xwe yî din jî qirîza aborî ye encamê wê nebûna siyaseteke demokratîk di navbera hikumeta Başûr û Iraqê de ye. Li ser mijarên aborî nakokî hene û hîn nehatine çareserkirin.
'Di kûrkirina aloziya Başûrê Kurdistanê deTirkiye cihekî mezin digire'
Tara da zanîn ku Tirkiye aliyekî esas ji kirîza Başûrê Kurdistanê ye û wiha axaftina xwe dom kir: "Dewletên deshilatdar ên wekî Tirkiyeyê bandorek pir mezin li ser kirîza Başûrê Kurdistanê dike. Ji ber rêxistinên ku girêdana xwe bi Tirkiyeyê çê kirine nikarin bi xwe biryara îradeya xwe bidin, tu îradeyeke wan a serbixwe tune ye. Hêzên hegemonîk naxwazin destkeftiyên Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê hebe, ji bo wê jî tim dibêjin eger çadireke kurdan li Afrîkayê jî hebe em ê dijbertiya wê bikin. Niha jî ev dijminên dagirker di milê aborî, parastin, perwerdeyî, diplomasiyê de bandora xwe li civakê dike û encamên wê jî siyasetên ne dirust e."
'Siyaseta dûrî heqîqet û cewhera jinê be siyaseteke ne demokratîk e'
Tarayê bal kişand ser rewşa jinê ya di nava sîstema Başûrê Kurdistanê de ku jin ji hemû mafên xwe yê civakî û siyasî bê par e û wiha dibêje: "Li Başûrê Kurdistanê her roj jin tên kuştin bê guman di civakekê de her roj jin were kuştin û şewitandin û kesê kujer neyê cezakirin şermeke mezin e. Rewşa civakê asta siyasetê dide diyarkirin. Siyaseta ku jin ne tê de be alî û pêşeng û rol û misyona wê neyê çalakkirin wê ber bi tunebûnê ve biçe. Tenê wekî rêklam jinê didin pêş, lê di biryarên girîng de îradeye jinê nayê dîtin û qebûlkirin. Di cihên siyasî û diplomasiyê de jin tune ne. Ji bo wê jî em dibînin ku siyasetek deshilatdar wê encamên wê neyên pejirandin ji ber cihê ku derveyî heqîqeta jinê û cewhera wê helbet wê ne demokratîk be."
'Pêwîstiya me bi sîstemeke demokratîk a li ser esasê netewa demokratîk heye'
Di nava axavtinên xwe de Tara behsa sîstema zoriyê dike û wiha dewam dike:"Divê jiyana hevbeş li ser esasê netewa demokratîk were avakirin û got. Tevgera azadî di nava vê rewşa xirab de bi awayekî demokratîk tev digere. Gel jî piştevaniyê dide vê tevgerê. Li Başûrê Kurdistanê tenê gelê kurd nîne gelek netew û baweriyên cuda hene, lê sîstemên hakim îradeya wan esas negirtiye. Li Kerkûkê hemû netew bi hev re dijîn lê bi bandora sîstemê tê xwestin gel bi hev bikevin. Wekî alternatîf ji sîstema zoriyê re sîstema demokrasiyê ye. Tevgera azadî çend caran pirojeyên xwe pêşkêş kirin pêwîstiya me bi jiyana demokratîk li ser esasê netewa demokratîk modêla ku di Rojavayê kurdistanê de hatiya rûniştandin bi jiyaneke hevbeş, wekhev, aşîtî û demokratî heye, lê heye niha pirojeyên me ne hatina qebûlkirin."
'Pêwîst e kongreya neteweyî ji bo tevahî kurdan were lidarxistin'
Tara li ser rola Başûrê Kurdistanê ya di berxwedana Rojavayê Kurdistanê û piştevaniya gelê Başûr ji vê tekoşînê re ev tişt got: "Divê kongreya neteweyî bê lidarxistin.
Divêe li ser mijarên sereke û nakokiyên di navbera her çar parçeyan û nehatine çareserkirin rawetandinek hebe. Bê guman rola Başûr dikare roleke erênî bilîze. Jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê di milê kar û xebatê de tevlî berwxedana Rojava û Bakurê Kurdistanê bûn û di encamê de jî şehîd jî bûn. Ev peyameke ji bo deshilatdariyê ye. Eger em bixwazin serkeftinê mayinde bikin divê kongreyek netewî ji bo tevahî kurdan em li dar bixin."
'Dem dema şoreşa jinên Başûrê Kurdistanê ye'
Tara Hûsên di dawiya axaftina xwe de bang dike li tevahî jinên Başûr ku rewşa koletiyê qebûl nekin û şoreşa xwe pêk bînin û got: "Jin dikarin her aliyekî diyar bike, aliyê tekoşînê û xeta azadiyê ji bo erêkirina yasaya demokrasî û parastina maf û destkeftiyên jin pêwîstiya tekoşînê heye. Li Başûrê Kurdistan raperîna gel encamên hebûna jinê bû encamên têkoşîna Kobanê. Efrîn bû mînak. Jin li başûr jî xwe erkdar dît ku barê têkoşînê hilgire. Serkeftina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê heyecana jinan geş kir. Pêwîst e şoreşa jinê li Başûrê Kurdistanê were çêkirin dem dema şoreşa Başûr e. Pêwîst e jinên her çar parçeyan destê xwe bidin hev û tecrûbeyê xwe ji hev re pêşkêş bikin. Yekîtiya jinan ava bikin em bi hev re pêşengtiya jinê li her çar parçeyan ava bikin û sîstemeke azad û civakeke demokratîk bi rê ve bibin."