ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 24 Nîsan 2019
  • Rojev
*Siyasetmedar û Berdevka Tevgera Azadiyê ya li Başûrî Kurdistanê Tara Husên derbarê rewşa siyasî û qirîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Tara diyar kir ku divê siyaseteke demokratîk û dirust li Başûrê Kurdistanê were meşandin.
 
*Ji ber ambargoya ku li ser Bakurê Sûriyeyê heye, gel gazinan ji bihabûna pêdiviyan dikin û jinên gundan bersiva gazinan da û gotin:"Jin afrîner e! Hember bihabûna pêdiviyan fêkiyên xwe bi destên xwe biçînin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê çalakiya Leyla Guven û rehevalên wê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kirin û gotin: "Ji bo tecrîd bişkê em her tim amede ne her roj em di nav çalakî û têkoşînê de ne." DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara  HDP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag derbarê texrîbatên di şaredariyê hatin kirin de axivî. Fîgenê, diyar kir ku qeyûmê  şaredar 1 mîlyar û 26 milyon TL şaredarî kiriye bin deynan. BI DÎMEN
 
*Axa Mezopotamyayê ku bi hatina biharê re ji kulîlkên rengîn re malovaniyê dike, hêviyan şîn dike û bîhna xwe li dora xwe belav dike.
 
*Dayikên di dema çalakiya nobeta li ber Girtîgeha Gebezeyê hatin derbkirin û binçavkirin, diyar kirin ku ew ê ji bo zarokên xwe her tiştî bikin. Dayikan diyar kirin ku her çalakiyên grevê bidomin wê çalakiyên wan jî bidomin û gotin: "Bila maseyek çareseriyê ya hemû partî tê de ne ava bikin. Em dayik in. Êdî bes e." DÎMEN HEYE
 
*Derhênera fîlmê penaberan ê metraja herî dirêj ê cîhanê ‘Mîvan’ Andaç Haznedaroglu, diyar kir ku di kişandina fîlm de rewşa penaberên Suriyeyê baş dîtine.DÎMEN HEYE
 
*Piştî hilbijartinan zema li her qadê hat kirin bandor li bazaran jî kir. Gelê derketin bazarê diyar kirin ku sedema vê krîzê ne hikûmet be lê kî ye û gotin ew nikarin bigirin, tiştekî bê gotin nema ye. DÎMEN HEYE
 
*Girtiyê bi navê Omer Gezer 55 roj e li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye. Xwişka wî Fatma Ezer da zanîn ku ew bi fikar in û got: “Heta tecrîd ranebe em ê berdewam bikin. Pariyê me naçe xwarê. Lê dîsa em bi mafdariya têkoşînê bawer in û dilê me rehet e.” DÎMEN HEYE