Rêxistinên Elewî çûn serdana Leyla Guven
- 14:42 23 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Komeleyên Elewî, Leyla Guven a 167 rojin di greva birçîbûnê de ye ziyaret kirin. Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan, diyar kir ku ewlekariya canê girtiyan dibin kontrola dewletê de ye û got: “Divê hevdîtina tu girtiyên siyasî neyin astengkirin û sînordar kirin.”
Serokê Giştî yê Komeleya Çand a Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan, Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşê Elewî Muslum Metîn, Serokê Giştî yê Komeleya Çand a Elewî Dogan Demîr, Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewî Celal Firat, Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, Sekreterê Rêxistinbûyîna Federasyona Bektaşê Elewî Zeynel Odabaş û Parlemenerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Zeynel Dogan ji bo ku hin hevdîtina bikin, hatin Amedê û Mala Çand û Cem a Pîr Sûltan Abdal ziyaret kirin.
'Edalet nîne'
Şandeya Elewiyan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 167 rojin li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye jî, ziyaret kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari bi şandeyê re çûn serdana Guven. Şandeyê piştî serdana Guven daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan, daxuyanî da û wiha got: “Bi armanca piştgiriyê me ev serdan pêk anî. Leyla Guven bi moral bû. Komeleya Çand a Elewî xwest hevdîtinê bi Wezareta Dadê re bike. Ewlekariya canê girtiyan û mafê jiyana girtiyan dibin kontrola dewletê deye. Divê hevdîtina tu girtiyên siyasî neyin astengkirin û sînordar kirin. Hiqûq vê dibêjin. Li cihekê ku edalet lê tunebe, girtiyên siyasî tên tecrîdkirin. Ev bêhiqûqiye.”
Hevserokê DAD’ê Mûsa Kûlû jî, diyar kir ku hiqûq li welat ji holê hatiye kirin û qanûna yek zilamî tê bi cih anîn. Serokê Giştî yê Komeleya Elewiyan Dogan Demîr jî, anî ziman ku jiyan pîroze û wiha bilêv kir: “Berî her tiştî em alîkariyê mirovahiyê ne. Em ne alîgirê mirina mirovane. Berî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin divê gav bên avêtin.”
Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Dogan jî, da zanîn ku Leyla Guven moral da wan û wiha axivî: “Baweriya Elewitiyê bi pîroziya mirovan tê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bê mafiye. Jiyan pîroze û qiblegeha me jî mirovin.” Şendeyê dûre Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir.