Gelê Hesekê: Leyla îradeya hemû jinan e

  • 14:34 23 Nîsan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Gelê bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana Leyla Guven meşiyan.
 
Bi armanca şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya Berxwedana Zindanan û Perlementera HDP'ê Leyla Guven li Hesekê Kurd, Ereb, Suryan meşiyan. Meş li ber kargeha Biloka dest pê kir. Meşevan alên Kongreya Star û wêneyên Abdullah Ocalan  û pankartên bi nivîsê "Bijî berxwedana Leyla", hilgirtin .
 
Meş li goristana şehîd Dijwar a Gundê Dawûdiyê veguherî mîtingê. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Rêveberiya Kongreya Star Neda Salih axivî û wiha got: "Em berxwedana Zindanan ya bi pêşengtiya Leyla Guven silav dikin, îro komployek mezin li dijî gel û Rêber Apo tê meşandin, ji bo şikandina vê komployê em ê berxwedanê bilindtir bikin."
 
'Leyla Guven îradeya hemû jinan e '
 
Neda di dawiya axftina xwe de got: "Em hemû Leyla ne, Leyla îro îradeya hemû jinan temsîl dike , bijî berxwedan."
 
Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû .