Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê êrîşên li dijî dayikan şermezar kirin

  • 14:14 23 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê û malbatên girtiyan, êrîşên li Qoser û Gebzeyê yên li dijî malbatên girtiyan pêk hatin şermezarkirin û gotin ku dayik bi tenê dixwazin daxwaza zarokên wan bi cih werin û azadî pêk bê.
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê û malbatên girtiyan, bi boneya şermezarkirina êrîşên li Qoser û Gebzeyê yên li dijî malbatên girtiyan li avahiya HDP’ê ya Nisêbînê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de Dayikên Aştiyê axivîn.
 
Di daxuyaniya hat dayîn de di serî de  Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Perihan Altug axivî. Perihan, anî ziman ku ji ber tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girankirin di pêşengiya Leyla Guven de li hemû girtîgehan çalakiya grevê hatiye destpêkirin. Perihan, bi lêv kir ku dayikên girtiyan ji bo daxwaza zarokên wan bi cih were li Gebze û Qoserê çalaki pêk anîne û di wê çalakiyê de polîsan êrîşî dayikan kiriye, dayik derp kirine, kirine binçavan û wiha got: “Polîsên dewleta tirk tundiya li dayikên me pêk anî û ew bi erdê re kişandine. Kîjan dayik dixwaze ku zarokên wan bimirin. Dayikên wan polîsan jî tunene, çawa dikarin êrîşî dayikan bikin. Tu wîcdanê  wan tune ye.  Çawa dikarin destên xwe ji dayikan re rabikin.  Her dayikek ji bo zarokên xwe dikare xwe bavêje ber agir. Zarokên wan îro di greva birçîbûnê de ne û li ber mirinê ne. Rewşa girtiyên ku ketine  çalakiya greva birçîbûnê her ku diçe girantir dibe. Ji van grevên birçîbûnê re dikarin çareseriyekê bibînin.  ew çareserî jî ev e ku daxwaza wan bi cih were.”
 
‘Em ê ji bo zarokên xwe her tiştî bikin’
 
Perihan, di berdewamiya axaftina xwe de got ku îro dayik ji bo daxwaza zarokên wan bi cih were di çalakiyê de ne û ji ber wê  ji aliyê polîsan ve tên binçav kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Dibêjin em dewletin, em serokkomarin û şerm jî nakin polîsên xwe bi ser dayikan ve dişînin û derp dikin. Bila ew ji xwe fedî bikin. Bila dev ji vî tiştî berdin. Heta ku zarokên me di greva birçîbûnê de bin em ê jî li kolanan bin. Ew îro nikarin ku vîna me bişkînin. Bila em bimirin û bila zarokên me nemirin. Em ê ji bo zarokên xwe her tiştî bikin. ”
 
‘Saniye êdî ji bo me girîngin’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Koç jî got ku bila demildest dawî li vê tecrîdê bînin û ev tişt got: “Em nema tehemul dikin. Em ji bo zarokên xwe di çalakiyê de ne lê êrîşî me dikin. Ew çi ji me dixwazin? Em dixwazin ev greva birçîbê bi dawî bibe. Bila daxwazên zarokên me bi cih werin. Rojek berî rojek, saetek berî saetekê bila ev birçîbûn bi dawî bibe. Saniye êdî ji bo me girîngin.”
 
‘Rewşa zarokên me her ku diçe giran dibe’
 
Herî dawî Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Şukriye Dogan axivî. Şukriye, xwest ku daxwaza zarokên wan bi cih were û zarokên wan dawî li vê greva birçîbûnê bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila tecrîda li ser Serok rabikin û azadî Pêk bê. Rewşa zarokên me her ku diçe giran dibe. Em naxwazin ku tu kes bimire. Bila ev tecrîd demildest bi dawî bibe. Zarokên me îro di greva birçîbûnê de ne û li ber xwe didin. Zarokên me dibêjin ku heta tecrîda li ser Serok neyê rakirin em ê dawî li çalakiya xwe naynin.”