Li gel astengiya polîsan malbatên girtiyan meşiyan

  • 14:12 23 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Malbatên Girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê xwestin daxuyaniyê bidin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Li gel astengiya polîsan malbatên girtiyan meşiyan. 
 
Grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîda li hemberî PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin didomin. Greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ket roja 167'an. Her wiha di 1'ê Adarê de jî li girtîgehan hatibû destpêkirin didomin. Çalakiya rûniştinê û daxuyaniya, HDP û malbatên girtiyan ya li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Malbatên girtiyan piştî hevdîtina bi xizmenên xwe re, di bin dorpeça polîs û maşîneyên zirxî de li girtîgehê derketin. 
 
Polîsan nehiştin malbatên girtiyan bên li cem hev û kom bi kom wan bi dûr xistin. Malbatên girtiyan bertek nîşanî polîsan dan û wiha gotin: "Em niha li cem zarokên xwe hatin û zarokên me roj bi roj dihelin. Kezaba me dişewite. Ev dorpeç çî ye? Tirsa Wezareta Dadê çi ye? Em nahêlîn ku zarokên me bimirin. Hûn ji me ditirsin û hûn ji hêrsa me ditirsin."
 
Malbatên girtiyan bi meşê û bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî berxwedana Leylayê" ji girtîgehê veqetiyan. Her wiha jinek di dema dirûşme dihat berzkirin bi şîdeta polîsan re rû bi rû ma, piştî berteka malbatên girtiyan, polîs jî dûr ket.