'Medya di destê zilaman de ye'
- 13:15 23 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di konferana 'Di medya Kurdî de mijara jinan de' hat eşkere kirin ku di medya Herêma Fedaral a Kurdistanê de rêjeya jinan di navbera ji sedê 10 û 20'an de ye û medya di destê zilaman de ye.
Bi boneya 121'emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî li Hola Rewşenbîrî û Civakî ya Zanîngeha Selahedînê ya li Hewlêrê Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi navê "Di medya Kurdî de mijara jinan" konferansek hat saz kir.
Di konferansê de newekheviya zayendî ya di nava medya Herêma Federal a Kurdistanê de hat nîşan kirin. Li gorî rapora ji aliyê mamostayên zanîngehê de hatî amadekirin û di konferansê de hate xwendin, li Herêma Federal a Kurdistanê piraniya medyayê di destê mêran de ye û di navbera ji sedê 10 heta 20 jin di nav de cih digirin.
Endama Lijneya Amadkarî ya konferansê Nermîn Sindî li Rojnews'ê re axivî û wiha got: "Em dixwazin bi riya vê konferansê rola jinan a di nava medyayê de zêde bikin. Rê ji wan jinan re xweş bikin ku dixwazin di medyayê de kar bikin. Em nikarin bêjin ku asta jinan a di nava medyayê de xerabe. Lê pêwîste zêdetir kar bikin ku hevsengiya zayendî di medyayê de çêbikin."