Li Êlihê polîsan mudaxeleyî çalakiya malbatan kir
- 13:07 23 Nîsan 2019
- Rojane
ÊLIH - Malbatên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Êlihê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan mudaxeleyê çalakiyê kir û herî kêm 20 kes binçav kirin.
Malbatên girtiyên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyanî bidin çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsên li derdora girtîgehê tedbîr girtin mudaxeleyî çalakiya malbatan kirin. Di mudaxeleyê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.