TJK-E: Sibe li ber Parlamentoya Ewropayê berxwedanê geş bikin
- 13:05 23 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê destnîşan kir, berxwedêrên greva birçîbûnê û jin û Gelê Kurd ên li dora berxwedanê bûne yek û wiha hat gotin: "Em bang li CPT, saziyên Ewropayê û hikûmetên Ewropayê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, berxwedêrên greva birçîbûnê, ji bo bidawîkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berpirsyariyeke dîrokî dane ser milê xwe.
'Saziyên Ewropayê bêdeng in'
TJK-E di daxuyaniyê de bal kişand ser rîska li ser jiyana berxwedêran û wiha got: "Gelê Kurd biryardariya xwe ya di berxwedanê de careke din bi rengekî vekirî nîşan daye. Berxwedana grevên birçîbûnê di heman demê de bandoreke mezin li raya giştî ya dinyayê kiriye û derbeke giran li Tirkiyeyê xistiye."
Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: "Di serî de Konseya Ewropa û CPT, hikûmet û saziyên Ewropayê yên li pêşberî vê berxwedanê bêdeng in, hevparê sûc in û hate gotin, "Bêdengiya li pêşberî vê berxwedana mafdar, qebûlkirina tecrîd û faşîzmê ye. Pejirandina kiryarên li dijî mirovahiyê ye. Divê CPT, Konseya Ewropa û saziyên Ewropa hemû tavilê bikevin nava liv û tevgerê."
'Berxwedanê geş bikin'
TJK-E'yê destnîşan kir, berxwedêrên greva birçîbûnê û jin û Gelê Kurd ên li dora berxwedanê bûne yek, heta ku encamê werbigirin û dawî li tecrîdê bînin wê çalakiya xwe bidomînin. Em bang li CPT, saziyên Ewropayê û hikûmetên Ewropayê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û helwestê nîşan bidin."
Di dawiya daxuyaniyê de TJK-E'yê ji bo çalakiya sibe wiha bang kir: "Bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, di serî de jin em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku 24'ê Nîsanê roja Çarşemê li ber Parlamenta Ewropayê tevlî çalakiyê bibin. Divê gelê me di vê çalakiyê de dengê berxwedêran bilind bike û berxwedanê geş bike."