KBDH: Dem dema şikandina tecrîdê ye

  • 11:59 23 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Giştî ya KBDH’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku dema dema azadiyê ye û dema şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê ye.
 
Yekîtiya Tevgera Şoreşger a Jinan (KBDH) derbarê grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengtiya, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven hatibû destpêkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Leyla Guven di nav vê bêdengiyê de bû dengek. Bi vê berxwedana xwe û bi grevên birçîbûnê ya ku wê pêşengtî jê re kiriye, berxwedanek ava kiriye. Dîrokîbûna vê berxwedanê di vir de ye. Nîşanî me daye ku îrade nayê şikandin. Bi hezaran şoreşger û welatparêz tevlî berxwedana wê bûne. Teşe û metoda berxwedanê zêde bûne û berxwedaneke kolektîf pêk tê. Dengê berxwedan, edalet û mirovayetiyê li hemû cîhanê digere û dibe newayeke ku guhê faşîzm û desthilatdariyê ker bike. Cesareta vî dengî ji têkoşîna jinan a azadiyê tê."
 
'Em ê şerê azadiyê geş bikin'
 
KBDH di daxuyaniya nivîskî de wiha hat destnîşan kirin:"Ev silav ji Komuna Parîsê, ji çeperên ku faşîzm hilweşandiye, ji Zîlan û Bêrîtanan tê. Jin li derve û hundir hucreyan parçe dikin, ev silava wan e ya ku îradeya şikandina tecrîdê derdixe holê.Divê em ji vî dengî re bibin deng, ji vê berxwedanê re bibin serfirazî. Leyla Guven jî wekî bi hezaran jinan di navbera rabirdû û dahatûyê bûye pirek. Em li ku bin em ê bi deng, hêrs, serhildan û rûmeta xwe, em ê şerê azadiyê geş bikin. Niha dema azadiyê ye. Dem dema şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê ye. Di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de şikandina tecrîdê û ji bo geşkirina têkoşîna azadiyê ya gelên kedkar ên Tirkiyeyê, em jinên şoreşger ên di greva birçîbûnê de silav dikin.”