121’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî hat pîrozkirin
- 10:56 23 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya 121’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Azad şahiyek li darxist.
121’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Azad şahiyek li Hola Zana ya Qada Kornişa ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Hol bi wêneyên berxwedêrên çapemeniyê hatibû xemilandin. Her wiha hemû saziyên ragihandinê tevlî şahiyê bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrawanên azadiyê dest pê kir.
Li ser navê yekitiya ragahandina azad axaftin hatin kirin. Di axaftinan de salvegera roja rojnemegeriya kurdî li hemû kesan hate pîroz kirin. Di axaftinan de wiha hat gotin: "Ziman, çand, dîrok û nirxên kurdewarî her dem di bin zextan de diman. Gelê Kurd loma her dem ji bo mafê xwe li berxwe daye. Îro Roja Rojnamegeriya Kurd jî nirxên me yê civakî ye û divê em lê xwedî derkevin."
Paşê sînevîzyonek li ser karê ku rojnanevana kirine hate temaşekirin. Her wiha hunermend Ciwan Cmîl stran gotin û xelat bi destê Malbata Şehîd Mezlûm Bagok li rojnamevan Fîras Kîlanî-Sozda Oremar-Cîhad Derwêş- Hoşeng Hesen- Hebîb Zavê- Hemze Hemêkî-Îdrîs Henan- Şerîn Îbrahîm- hate belavkirin. Her wiha spasname dan nûçegihanan.
Şahî bi stranan bi dawî bû.