Fatma ya di grevê de: Dengê li qadan bilind dibe ji me re dibe moral

  • 09:10 23 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Fatma Yildirim li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê 109 rojin di gireva birçîbûnê de ye. Fatmayê diyar kir ku bi her dengê li derve bilind bibe re wê tecrîd zû bişkê û got: “Bendewariya me ji gelê me ev e.Dema ew li qadan dengê xwe bilind bikin em moral digirin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 166’emîn de didome. Piştî Leylayê li girtîgehan çalakî belav bû ji 1’ê Adarê şûnde nêzî 7 hezar girtî bedena xwe dan ber mirinê. Fatma Yildirim a li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtiye ji 5’ê Çile de di grevê de ye. Fatmayê di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re bang kir ku divê deng bidin çalakiya wan.
 
‘Dengê çalakiya Leylayê li her derê belav bû’
 
Fatmayê bi lêv kir ku di şexsê Leyla Guven û Nasir Yagiz de çalakî gihiştiye astek jor û wiha pê de çû: “Ev çalakî tenê Kurdan eleqeder nake. Ev çalakî hemû gelên bindest û têkoşer eleqeder dibe. Divê her kes guh bidin vî dengê me. Em bi rihê Sarayan, Hayrî û Kemalan dijîn. Dengê çalakiya Leylayê li her derê didome.
 
‘Dengê li qadan wê zûtir tecrîdê bişkîne’
 
Fatmayê destnîşan kri ku çalakî her diçe mezin dibe û wiha got: “Heta tecrîd neşkê wê çalakiya me bidome. Em bawerin ku ev tecrîd wê bişkê.Moral û motîvasyona me wek roja ewil bilinde. Divê em dengê berxwedanê li her derê bilind bikin. Divê dengê berxwedanê îro derkeve. Roja roja daketina qadane. Roja qîrkirina berxwedê ye. Dengê ji qadan derkeve wê tecrîdê bişkîne. Em ji dengê qadan moralê digirin. Em bi coşek mezin pêşwazî dikin.”
 
‘Pir zeyif bibû min nas nekir’
 
Dayika wê Huziyet Yildirim diyar kir ku keça wê du salan li girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê maye û salek û 3 mehe jî li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ye. Fatmayê got di 28’ê Adarê de keça xwe dîtiye û got: “Min keça xwe nas nekir. 15 gardiyan li dora me sekinî bûn. Min salek û 3 meh bû keça xwe nedîtibû. Ji ber gardiyanan me nikaribû biaxiviya. Keça min pir zeyif bibû. Destê wê wek cemedê bûn. Nehiştin ez destê wê bigirim. Hefteyê borî bi telefonê geriya. Rewşa Leyla Guven pirsî. 
 
‘Kezeba me dayikan parçe bûye’
 
Huziyetê destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û êdî divê mirin pêk neyê û ev tişt bi lêv kir: “Keça min di hevdîtina dawî de got ‘Em zêde êdî nikarin tiştekî bikin. Çi bê kirin divê hun bikin. Dengê xwe derbixin.Bila dengê we hêzê bide me.’ Daxwaz mirovahî û mafdarin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Divê riya aştiyê vebe. Gelo ev qas zore?Em bang li wezareta dadê û CPT dikin; deng û gûhê xwe vekin. Bila me guhdar bin. Me bibînin. Kezeba dayikan parçe parçe bû. Şev û roja me bûye yek. Ez nikarim razêm, nikarim tiştekî bixwim. 109 roje zehmetiyan dikşînim wekê li vê cîhanê nejîm. Bila kes temaşevan nemîne.”