Nişeya dawî ya Medya Çinar: Ev qêrîna 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' e
- 09:02 23 Nîsan 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Medya Çinar a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 25’ê Adarê de çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîbû, nişeya wê ya dawî ku li rojnivîska xwe nivisandibû hat dîtin. Medya , di rojnivîska xwe de xwe de ev tişt nivîsiye: “Îro cihanê carekedin dît ku dema mijar dibe ‘Roj’ bi mîlyonan kes çavên xwe nagirin û canê xwe didin, îro rastiyek gelan û rastiya têkoşînê heye. Ev qerîn qêrîna “Hûn nikarin roja me tarî bikin” e.
Çalakiya greva birçîbûnê ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di 8'ê Mijdara 2018'an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, piştî 1'ê Adarê li tevahiya Girtigehan û li derve belav bû. Bi belavbûna grevê re li girtîgehan ji çalakgeran Zulkuf Gezen(33), Ayten Beçet(24) , Zehra Saglam (23), Medyar Çinar (24), Yonca Akici, Siraç Yuksek û Mahsum Pamay, li dijî tecrîdê li girtîgehan dawî li yana xwe anîn.
Medya, di 24’ê Adarê de di rojnivîska xwe de ev nişe nivîsiye:
“Rêwiyên ku di rêya rast de rojekê bên gel hev dimeşin; di dîrokê de Kemal, Hayrî û Mazlum têkoşîna ku dan pêşandan, îro bi pêşengiya heval Leyla Guven bi hezaran hevalên me bedena xwe dane ber birçîbûnê û di rûpelên dîrokê de dîsa cihê xwe girtin. Îro cihanê carekedin dît ku dema mijar dibe ‘Roj’ bi mîlyonan kes çavên xwe nagire û canê xwe didin, îro rastiyek gelan û rastiya têkoşînê heye. Ya herî gerîng jî di qadên zindanê de dema çalakiyek wer pîroz tê kirin kesên heber şok dike. Ji ber ku ew bawer dikin ku vîna gel hatiye xespkirin û ji destan hatiye girtin. Lê belê çalakiyên bi wate li ber çavan radixin ku çi dikin bila bikin hemû tişt vala ye û serkeftin ya têkoşeran e. Vîn, bawerî, xeya û hevaltiya me ew qas bi hêze ku li ku dibin bila bibin her tim dê me bi hêz, bi moral û bi bawaerî bihêle. Çalakiya hemû hevalan ji dil û can slav dikim.
Divê her kes piştgiriyê bide vê çalakiyê
Di pêvajoyeke wiha de ji ber ku di ne digirevê de me wijdanê min ne rehet e. Ez hîs dikim ku tim alîyekî min kêm dimîne. Ji ber ku ev çalaki beriya her tiştî berpirsyariya wîcdanî ye. Dengên hevalan îro li hemû civak û bajaran belav bûye. Ev qerîn qêrîna “Hûn nikarin roja me tarî bikin” e. Ev qêrîn ji bo azadî, wekhevî, azadiya jinê û ji bo azadiya hemû gelan e. Îro divê em piştgiriyê bidin heval Leyla û hemû hevalên ku ketine çalakiyê. Ne bi tenê Gelê Kurd, jin û ciwan divê hemû kes rabin ser piyan û piştgiriyê bide vê çalakiyê. Ji ber ku ger em di welatekî de aştî, çareserî û demokrasiyê dixwazin ew rê bi tenê ji Rojê derbas dibe.
Carekedin çalakiya hevalan ji dil û can slav dikim. Em gav bi gav nêzî armanca xwe dibin, hindik ma. Serkeftin hertim ya têkoşeran e û dîsa jî wê ya wan be. Hevalên min ên ji dil û can.”