'Divê jin di her qadên jiyanê de xwedî biryar bin'

  • 09:00 23 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Endamên Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê rola jin û misyona wê di destûra demokratîk a Sûriyeya Pêşerojê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Divê di destûra Sûriyeya pêşerojê de jin xwedî rol û misyona siyasî be û di her qadên jiyanê de xwedî biryar bin."
 
Komcivîna Komîteye Amedekar a Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navçeye Amûdê ya Kantona Qamişloyê hat lidarxistin. Komcivîna ku hat lidaxistin di derbarê rola jin û misyona wê di qada siyasî  de û di destûra  Sûriyeya pêşerojê de tê nîqaşkirin. Komcivîn bi tevlîbûna bi dehan jinên sazî, rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Girêdayî mijarê Endamên Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe vegotin.  
 
'Divê biryara jinê di qada siyasî de hebe'
 
Seroka Şepêla Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metînî di derbarê rola jin di destûrê nû ya ku ji bo Sûriye pêşerojê were nivîsandin wiha dibêje: "Her kes dizane jin pêşenga civakê ye, ji bo wê jî komcîvîna me ji bo em rola jin di tevahî Sûriyeyê de nîqaş bikin. Niha jî em amedekariya Kongreya Meclisa jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û di nav de jî perlamentoyek jinên tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin. Ji bo biryara jinê ya siyasî hebe û  karibe nûnertiya xwe di destûra Sûriyeya pêşerojê de bide pêşkêşkirin.  Jinên Sûriyeyê bi giştî rola wan di şoreşa Sûriyê de hebû jin heye niha beşek girîng bû di aliyê siyasî, leşkerî, çandî û civakî de. Xebatên me jî di wê astê de  ye da jin bibe xwediyê biryara hemû qadên jiyanê, bi bandor tevlî siyasetê bibe."
 
'Divê jin di her qadên jiyanê de xwedî biryar bin' 
 
Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriya derbarê nêrînên di civînê de derketin pêş de ku derketina pêş de wiha got: "Nêrînên derdikevin pêş piraniya xwe li ser civaka Sûriyeyê bi giştîye û xala wê yî esasî jin e. Jina ku dûrî siyasetê hatibû dîtin em careke din mafê wê mayinde dikin. Ji bo wê jî şoreşa me şoreşeke fikrî ye, şoreşa li dijî hişmendiya pergala baviksalarî ye, eger em azadiya jinê di nava xwe de çê bikin wê civakên me jî bi tevahî azad bibin. Meclisa me jî temsîla jinê dike ji bo di destûrê Sûriyê de wekheviya jin were avakirin û jin bibe xwediyê biryara xwe ya siyasî, di nerîna me de wê jin vê yekê bide diyarkirin. Divê jin di her qadên jiyanê de xwedî biryar bin."