ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 23 Nîsan 2019
  • Rojev
*Endamên Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê rola jin û misyona wê di destûra demokratîk a Sûriyeya Pêşerojê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Divê di destûra Sûriyeya pêşerojê de jin xwedî rol û misyona siyasî be û di her qadên jiyanê de xwedî biryar bin."
DÎMEN HEYE
 
*Şagirta bi navê Berfîn Revê ya bi karê muzîkê re mijûl dibe da zanîn  ku ji zaroktiya xwe ji muzîkê hez dike û ji temenê 12 saliya xwe de hunera xwe derxist holê. DÎMEN HEYE
 
*Medya Çinar a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 25’ê Adarê de çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîbû, nişeya wê ya dawî ku li rojnivîska  xwe nivisandibû hat dîtin. Medya , di rojnivîska xwe de  xwe de ev tişt nivîsiye: “Îro cihanê carekedin dît ku dema mijar dibe ‘Roj’ bi mîlyonan kes çavên xwe nagirin û canê xwe didin, îro rastiyek gelan û rastiya têkoşînê heye. Ev qerîn qêrîna “Hûn nikarin roja me tarî bikin” e.
 
*Jinên li bazara sebzeyan a Cizîrê berhemên keda destên xwe difroşin, van rojan nebatên bi şifa tezgahên wan rengîn kiriye. Esnafan da zanîn ku rojên ne baş ên dema dawî dijîn û got: “Bihar hat, niha dema pincara xwezayî ye. Me di vê demsalê de qezenc kir em ê bikin an jî wê karê me bimîne payîzê.”
 
* Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku qeyûman bi zanebûn texrîbatek pêk anîn e û got ev texrîbatan jî hema wisa nikare bê çareserkirin û got divê bi sebir bin, tespît bikin û her tiştî yek bi yek rast bikin. Hulyayê da zanîn ku ev hemû polîtîka tolgirtinê ya qeyûman e. DÎMEN HEYE
 
*Fatma Yildirim li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê 109 rojin di gireva birçîbûnê de ye. Fatmayê diyar kir ku bi her dengê li derve bilind bibe re wê tecrîd zû bişkê û got: “Bendewariya me ji gelê me ev e.Dema ew li qadan dengê xwe bilind bikin em moral digirin. BI DÎMEN
 
*Pandîta Ramabaî ku di dîroka Hîndîstanê de cihekî wê yê taybet heye, jiyana xwe hemû bi têkoşîna li dijî ‘Kevneşopiya Satî’ ya qirkirina zayendî ya serdestiya mêr derbas kir. Tevî ku rastî lînçê bihata jî ola xwe guhert û di mijara perwerda jinê de bû pêşeng.
 
*Pêşangeha ji xêzên girtiyan pêk tên ya ‘Xêzên dîwar derbas kirin’ li Îzmîrê hat pêşandan. Pêşangeh li Stenbol, Enqere, Antakya û derveyê welat hat raxistin û piştre wê bibe pirtûk. Koordînator Gamze Yentur, da zanîn ku girtiyan bi hilberandinê tecrîd derbas kirine û dibêjin ‘deng bidin dengê me’.