Li Stenbolê jinan xelek ava kirin
- 07:55 23 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Aktivîstên TJA'yê jî di nav de gelek jin ji bo balê bikişînên ser çalakiyên greva birçîbûnê li Esenyûrtê hatin cem hev û xelekek çêkirin.
Di nav de aktivîstên Tevgera Jina Azad (TJA) jî di nav de gele jin li Esenyûrtê hatin cem hev û li dor çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn xelek.
Bi hezaran jinên ku li Qada Esenyûrtê hatin cem hevdu pêştemala li ser "Bila tecrîd rabeî Leyla bijî" nivîsandî li xwe kirin û pankarta li ser "Tecrd sûc e, dengê bibin Leyla Guvenê" nivîsandî hilgirtin û di yek rêzê de bûn xelek. Her wiha jinan dirûşmeyên "Deng bide Leyla Guven", "Deng bide zindanan" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.