2'emîn civîna meclisa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
- 16:16 22 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - 2'emîn civîna meclisa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina hevpeymana jin û xalên girêdayî rola wê di pêşeroja Sûriyeke demokratîk de bi dawî bû.
Bi pêşengtiya Kongreya Star Komcivîna meclisa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina xalên pergala jin û xalên girêdayî plankirina xebat û tekoşînê hat bi dawî kirin. Di vê civînê de jinên tevahî sazî û dezgehên siyasî û civakî û rêxistinên jin yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn û niha jî ev civîn bi erêkirina hevpeymana ku ji aliyê komîteye amadekar ve hatibû pêşkêşkirin bi dawî bû.
Nîqaşên ku di komcivînê de hatin kirin wiha bûn: "Em nikarin rewşa xwe ya heyî ji siyasetê cuda bihêlin hedefa me ya bingehîn temsîla jinê di hemû qadên civakê de hebe. Ji ber jina siyasetmedar bandora xwe li civakê heye. Em nikarin bigihin armancên xwe eger em jinê beşdarî siyasetê nekin em ê mafê jinê bi parêzin. Gereke rola jinê çalak be di nava civaka ehlaqî li ser esasê jiyana wekhev a di navbera hemû netew û çandan de were avakirin. Destkeftiyên jin li Bakur û Rojhilatê sûriyê de werin parastin. Jin di navbera hevde xurtir be ji bo bilind kirina asta têkoşîne em hemû jin yek bin."
Civîn bi erêkirina li ser hevpeymanê hat bidawîkirin.