Li Gebzeyê malbatên girtiyan dîsa hatin astengkirin
- 15:59 22 Nîsan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Polîsan dîsa malbatên xwestin li ber Girtêgeha Gebze nobetê bigirin, asteng kirin. Malbatan peyama wê berxwedan bidome dan.
Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, di roja 14’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin. Malbat li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebze kom bûn û parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Mûsa Pîroglû û gelek kesan piştgirî dan çalakiyê. Malbatan dûre li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi girtîgehê ve ketin rê. Polîsan di rê de hin wesayîd rawestandin destûr nedan ku malbatan biçin ber girtîgehê.
Hin malbatên ku bi parlementerên HDP’ê re çûn ber girtîgehê, çawan ku ji wesayîtên xwe peya bûn, polîsan derdora wan girtin. Polîsan got, “Walîtiyê biryar daye, li vê qadê hûn nikarin çalakî li dar bixin.” Malbatan jî bersiv dan polîsan û wiha gotin: “Em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.”
Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku ew duh li Kartalê jî rastî qedexeyê hatin û wiha bilêv kir: “Fermana walîtiyê dayî ne qanûnî ye. Ji bo we fermanên dijqanûnî dide. Dûre hûnê jî bibin berpirsê vê pirsgirêkê. Divê hûn fermanên dij qanûnî bi cih neyînin. Ev bûyer wê dûre bi serê we de biteqe û piştre wê we bigirin.”
Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî, da zanîn ku duh malbat bi lêdan hatin destgîrkirin û wiha axivî: “Em îro jî li vê derê ne. Em bi tu cihan ve neçin. Herin karê xwe yê qanûnî bikin.” Leşkerekî ku di nava polîs û leşkerên malbat dorpêç kiribûn de, got “Ez fermandarê dewletê me, qîr nekin.” Îmîr li ser vê yekê, dest nîşan kir ku ev gel dewlet e û wiha got: “Şerm e ji we re. Em ne mecbûr in li gorî dewletê tevbigerin. Lê dewlet mecbûr e li gorî vî gelî tevbigere. Dewlet dewleta gel e. Ji bo gel heye.”
Malbatan heya demekê çalakiya rûniştinê li dar xistin û dûre derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzê bûn. Malbat wê îro li avahiya Edliyeya Gebze derbarê polîsên bi çopan dayik dehf dane, giliyê sûc bikin.