Platforma Demokrasî ya Wanê: Hikûmet divê gav bavêje
- 15:58 22 Nîsan 2019
- Rojane
WAN - Platforma Demokrasî ya ji 26 rêxistinên demokratîk û civakên sivîl pêk tê, ji bo grevên birçîbûnê bang "gav bavêje" li hikumetê kir.
Li Wanê Platforma Demokrasî ya ji 26 rêxistinên demokratîk û civakên sivîl pêk tê, derbarê grevên birçîbûnê yên dewam dikin de civîna çepemeniyê li dar xist. Civîn li Odeya Bijîşkên Wanê hat lidarxistin, malbatên Botan Tîmûr, Sînan Salhan û Serfiraz Demîrel ên di greva birçîbûnê dene, tevlî bûn.
Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkên Colemêrg-Wanê Azîz Demîr, li ser navê platformê daxuyanî da û wiha axivî: "Li girtîgehan hatina xebera ji her mirinekê hikûmet û saziyên navneteweyî berpirsyar in."
'8 girtî dawî li jiyana xwe anîn'
Azîz, diyar kir ku grevên birçîbûnê hatine asta herî xeter û wiha got: "Li Tirkiyeyê di dehan girtîgehan de bi hezaran girtî greva birçîbûnê didomînin. Ev çalakiya gihaştiye asta herî xetere. Derbasbûyina her rojekê rewşa çalakvanan ne baştir dibe. Em ji vê rewşê bi fikar in. Daxwaza girtiyan di cih de ye. Em wekî civakeke Tirkiyeyê em nikarin li dijî vê qêrîna di bin çar diwaran de bilind dibe xwe bêdeng bikin û benda mirinan bin. Heta niha 8 girtiyan ji bo heman daxwazê dawî li jiyana xwe aniye. Em mirinan naxwazin û dixwazin hikûmet li dijî vê çalakiyê gav biavêje. Li girtîgehan de hatina xebera ji her mirinekê hikûmet û saziyên navnetewî berpirsyar in.”
Êrîş ne ji rêzê ye
Azîz bal kişand ser êrîşa ku li ber girtîgeha Gebzeyê li dijî dayikan pêk hatî û wiha dom kir:” Ji bo ku dengê zarokên xwe bidin bihîstin, dayîk li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêk aniye û di wê encamê de bi êrîş û lêdana polîsan re rû bi rû mane. Ev êrîş li dijî wîjdan û hiqûqê ye. Em van êrîşan qebûl nakin. Ger ku pêşiya van neyê girtin hêzên ewlehiyê wê êrîşên bi vî awayî zêde bikin. Ev êrîş ne ji rêzê ye. Divê ew kesên ku ev êrîş pêk anîn bên cezakirin û tiştê pêwîst çi be pêk bînin.”
'Dive hikûmet gav bavêje'
Azîz herî dawî bang li hikûmetê kir ku daxwazên girtiyan bînin cih û wiha bi dawî kir:” Divê hikûmet pêşiya civateke demokratîk ava bike û li gorî zagonan tev bigere. Ji bo ku mafên girtiya yên tendûristiyê pêk bê divê heyetan pêk binin û ji bo ku daxwazên wan bên cih derfet bên afirandin. Bi vê berpirsyariyê em bang li hikûmetê dikin ku li dijî pirsgirêkan bibin çareserî û bi lez gav biavêje.”