Komisyonên Jinê yên Amed û Îzmîrê daxuyanî dan

  • 15:28 22 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED/ÎZMÎR - Komisyonên Jinê yên ÎHD'a Amed û Îzmîrê derbarê êrîşên  li Gebzeyê yên li dijî malbatên girtiyan civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de hat gotin ku ji ber bêcezabûnê hêzên girêdayî îktidarê bi awayekî kêfî tev digerin. 
 
Komisyonên Jinê yên ÎHD'a Amed û Îzmîrê derbarê êrîşên  li Gebzeyê yên li dijî malbatên girtiyan civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
Komisyona jinê ya ÎHD'ê ya Amedê li Şaxa xwe ya Amedê derbarê êrîşên  li Gebzeyê yên li dijî malbatên girtiyan civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya çapemeniyê Endama Komisyona Jinê Derya Yildirim xwend. Derya anî ziman ku tiştên ku hatine jiyîn binpêkirina mafan e û got ku tiştên tên jiyîn li dijî peymanan e. 
 
'Bi tundiyê dixwazin dengê dayikan bibirin'
 
Derya da zanîn ku dayik naxwazin zarokên wan jiyana xwe winda bikin û wiha got:"Divê em li dijî mirinê bêdeng nemînin. Polîs êrîşî dayikên ji bo zarokên xwe di nobetê de ne û li dijî peymanê derdikevin. Dayik bi heqaretê rû bi rû hatin hiştin.  Bi tundiyê dixwazin dengê dayikan bibirin. Em wekî parêzvanên mafên mirovan dibêjin divê li gor peymanan hikumet tev bigere. Em êrîşa polîsan a li dijî dayikan şermezar dikin. Em dibêjin ku divê hikumt demildest peywira xwe bi cih bîne. Heta ku demokrasî pêk bê em dev ji têkoşîna xwe bernadin."
 
 
Piştre Alîkara Serokê Giştî ya ÎHD'ê Rahşan Bataray axivî û wiha got:"Êrîşên li dijî demokrasiyê mirovan dixe nava fikaran. Rewş her ku diçe xirabtir dibe. Parêzvanên mafên mirovan û dayik her ji bo demokrasiyê li berxwe dane. Civak ji hevdu tê cudakirin. Divê dawî li bêdengiyê bê."
 
Îzmîr
 
Şaxa ÎHD'a Îzmîrê bi boneya şermezarkirina êrîşên li Qoser û Gebzeyê yên li dijî malbatên girtiyan daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyani li avahiya ÎHD'ê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Cemile Karakaya hat xwendin. Sekretera Rêxistina MYK'a ÎHD'ê Necla Şengul berî daxuyaniyê êrişên li ser malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne şermezar kir. 
 
'Ji bo mirin pêk neyên tişta pêwist em ê bikin'
 
Necla diyar kir ku ew greva birçîbûnê ya ku ji aliyê 7 hezar girtî ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin bi komeke ku ji bijîş û parêzeran pêk tê dişopînin û bal kişand ser êrîşa polîsan a li Enqereyê. Necla wiha got: "Em dibînin ku êrîşên lînçkirinê êdî li ser parêstvanên mafên mirovan jî tên kirin. Em dijzanin ku wê ÎHD û hiqûqnas li dijî ve êrîşê bêdeng nemînin. Em ê heta dawî şopdarên greva birçîbûnê bin."
 
'Polîsan suc kiriye'
 
Cemîle Kara Kaya a ku êrîşa li Gebze li ser dayikên girtiyan pêk hat şermezar kir, diyar kir ku Hevseroka KCD û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ev 166 roj e ji bo ku tirkiye qanûnê xwe yên navxweyî li Îmraliyê jî pêk bîne di greva birçîbûnê de ye. Polîsan li Gebze û li Qoserê bi awayê dijqanûnî tevgeriyan û êrîşî xizmên girtiyan êrîş pêk anîn .Tirkiye bi van erîşan peymanên navnteweyî ku îmze kirine binpê dike. "
 
'Divê Wezîrê Karên Hundir Îstifa bike'
 
Cemîle anî ziman ku li dijî jinê tundiya fizîkî hatiye kirin û ev tişt got: "Bi gotina 'lez bikin enrjiya we zêde ye' êrîşa fîzîkî û zayendî hatiye kirin. Em wekî parêstvanên mafên mirovan ên jin dibêjin ku êrîşa li ser dayikên tenê xwestin zarokên xwe bi parêzin şermezar dikin û bang li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu dikin ku îstîfa bike."