Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Em bang li her kesî dikin ku berxwedanê mezin bikin
- 15:08 22 Nîsan 2019
- Rojane
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, derbarê rojevê de nirxandin kir. Dîlan destpêkê bi minasebata Roja Rojnamegeriya Kurd Kîbriye Evren a ku di girtîgehê de ye silav kir û wiha got: "Di serî de jin em bang li her kesî dikin ku li greva birçîbûnê ya li dijî tecîrdê di pêşengiya Leyla Guven de hatiye destpêkirin xwedî derkevin û têkoşîna li dijî tecrîdê ku di pêşengiya dayikên girtiyan de hatiye destpêkirin mezin bikin."
Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr, di civîna ku li meclisa giştî ya partiya xwe li dar xist de derbarê rojvê de nirxandin kir û wiha got: " Di serî de jin em bang li her kesî dikin ku li greva birçîbûnê ya li dijî tecîrdê di pêşengiya Leyla Guven de hatiye destpêkirin xwedî derkevin û têkoşîna li dijî tecrîdê ku di pêşengiya dayikên girtiyan de hatiye destpêkirin mezin bikin."
'Di kesayeta Kîbriye de Roja Rojnamegerên kurd pîroz dikim'
Dîlan bi bîr xist ku îro 121'emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî ye, Kevneşopiya çapemeniya Kurd li gel hemû zext û astengiyan bi têkoşînê henûna xwe berdewam dike û çapemeniya kurd di serî de jin dengê hemû kesên ku tên çewisandin û tune tên hesibandin e. Dîlan derbarê Kîbriye evren ku 129 roj e di greva birçîbûnê de ye jî wiha got: "Kîbriye evren hem ji bo têkoşîna jinê û hem jî ji bo têkoşîna rojnamegeriyê sembol e. Em di kesayeta Kîbriye Evren de Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz dikin, di serî de çapemeniya kurd em dixwazin ku zextên li ser tevahiya çapemeniyê bên rakirin. Em Kîbriye pîroz dikin piştevaniya xwe pê re radigihînin û hevlên me yên ku bedelên giran dan bi rêzdarî silav dikin."
'Polîtîkaya Rehîngirtinê berdewamiya qirkirina siyasî ye'
Dîlan bal kişand ser daneşîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Careke din dadgehê biryara ku wê rehîn bigire da. Em dizanin ku ev biryar dijhiqûqî ne. Em polîtîkayên rehîn girtinê êrîşên dijhiqûqî yên qirkirina siyasî li dijî partiya me ne. Em ê jin têkoşîna Fîgenê bi israr bidomînin. Em dizanin ku dawiya vê israrê wê azadî û demokrasî be."