'Em ê li her derê derkevin kuçeyan, êdî kesek nikare li pêş me bisekine'

  • 15:01 22 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Serokê Komeleya 78’an ê Amedê Ganî Alkan, diyar kir ku deriyên girtîgehan li şandeyên serbixwe vekin û got: “Ji bo bi dawî kirina grevên birçîbûnê, qanûn û makeqanûnên xwe bi cih bînin.” 
 
Komeleya 78’an a Amedê, derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de li avahiya komeleya  xwe civîna çepemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Komeleya 78’an ê Amedê Ganî Alkan, deklerasyona ji bo grevên birçîbûnê hatibû amadekirin û li tevahiya Tirkiyeyê 150 partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl îmze kirin, xwend. Alkan, bal kişand ser çalakiya Hevserokê KCD’ê  Leyla Guven û wiha axivî: “Piştî greva birçîbûnê ya Guven, di 1’ê Adarê de çalakî li hemû girtîgehan belav bû. Em demsalek li dû xwe hişt. Mezinbûna grevên birçîbûnê û encamên di civakê de ava bike, giştiye krîzek mirovî.” 
 
Ganî , diyar kir ku rewşa tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de, gehiştiye asta krîtîk û wiha got: “Divê demildest deriyên girtîgehan li şandeyên serbixwe bên vekirin. Ji bo hevdîtinên parêzer, malbat û xizmên girtiyan pêwîst bi qanûnek nîne. Tenê qanûn û makeqanûnên xwe bi cih binin, bese. Ji xwe girtî jî vê daxwaz dikin.”
 
Piştî Ganî, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî, axivî û wiha got: “Em dixwazin bi girtiyên di greva birçîbûnê dene re hevdîtin bikin, lê rayedarên dewletê ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu gavan navêje. Yekem car, di demên pêş de emê bi mirovên aqilmend û Serokê Meclîsê re hevdîtin bikin. Ez hêvî dikim ku hev pêvajo kûrtir bibe. Girtiyên di greva birçîbûnê de bi biryarin. Gelo dê heya kengî hikumet li hemberê ve li ber xwe bide, divê em li ser vê baş bifikirin.” 
 
Dayika Aştiyê Remziye Alan a zarokê wê li girtîgehê di greva birçîbûnê de jî, da zanîn ku berpirsê mirinên ji girtîgehan derkevin Wezareta Dadê û CPT berpirsiyarin. Remziye da zanîn ku îro dayîkên li ber girtîgehan bi erdê re tên kaş kirin, îmaja Tirkiyeyê ne.