
Vegotinên peyamekê (1)
- 09:05 25 Adar 2025
- Dosya
Çanda ‘jina dayik’
NAVENDA NÛÇEYAN - Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya der barê 8’ê Adarê de hat parvekirin, şîrovekirina çanda jina dayik û fêmkirina wê carek din datîne holê.
Banga dîrokî ya ‘aştî û civaka demokratîk’ a Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de hat parvekirin. Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jî peyama Abdullah Ocalan a ‘Rêgeza min ya esas jiyana bi heybet ya bi we re ye!’ hat parvekirin. Piştî xwendina peyamê tiştên di peyamê de hatin destnîşan kirin wek perspektîfekê tên destgirtin û nîqaşkirin.
Me hinek nokteyên di peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wek nivîs girtin dest.
Li ser çanda xwedawenda ‘jina dayik’ disekine û rola jinê ya di avakirina civakîbûnê de derdixe holê. Di warê têgihiştina ku jin çawa gav bi gav ji civakê hatiye durxistin jî di cihekî girîng de cih digire.
Lêkolînên dîrokî û vekolînên arkeolojîk diyar dikin ku çanda "Xwedawend a Dayikê" hêmanek di serdema neolîtîkê û şunde, Beriya Zayînê di navbera salên 10 û 4 hezarî, bandorek kûr li ser pêkhateyên civakî û aborî yên civakên mirovan kiriye. Di vê serdemê de ku sazbûna civakî-navendî ya jinê jiya bû, berhemdarî, pirbûn û afirînerî bi fîgurên xwedawendan dihatin sembolîzekirin.
Kokên dîrokî
Çand an jî baweriya Xwedawenda Dayikê di gelek civakên destpêkê yên li Anatolya û Ewropayê de, bi taybetî jî li Mezopotamyayê, hatiye dîtin. Lêkolînên arkeolojîk diyar dikin ku di vê serdemê de statûya civakî ya jinan li pêş bû. Figurên ku di kolandinê de derketine holê vê yekê eşkere dikin.
Di vê serdemê de jin ne tenê di alî biyolojîk de, di aliyê civakî de jî weke nûnera hêzeke afirîner hate dîtin. Di destpêka şoreşa çandiniyê de çandina tov û çandiniya berheman ne tenê rewşa jinê ya civakî xurtir kir, weke sembolên dewlemendî, pirbûn, çerxa jiyan û xwezayê û pîroz dihat dîtin.
Şaristanî cuda ne aliyên hevpar jî xwedavendî ye
Em di şaristaniyan de di dîrokê de dibînin ku çanda xwedawend di civakê de hêz û baweriya yekem a jiyanî ye. Her çiqas nav û erdnîgariyên şaristaniyan cuda bin jî, mirov dikare bibîne ku hevpariya çand û baweriya xwedawendan e.
Di civaka Sumeran de ku yek ji şaristaniyên erdnîgariya Mezopotamyayê ye Dayika Xwedawend Înanna xwedawenda evîn, dewlemendî û şer dihat dîtin. Li Babîlê ji vê fîgurê re Îştar dihat gotin.
Dema ku xwedawenda dayikê li Anatolyayê di nav Hîtît û Frîgiyan de wekî Kybele xuya dike, Kybele hem wekî parêzvana xwezayê û hem jî wek dewlemendiyê dihat dîtin.
Di şaristaniya Misirê de, ew bi Isis re wekî xwedawenda dayikê tê pejirandin û di heman demê de, ew wekî kesayetek ku ji hêla raya giştî ve wekî xwedawenda dewlemendî, sêhr û dayikbûnê tê hesibandin, xuya dike.
Dema ku Demeter û Gaia di Yewnana Antîk de wekî xwedawendên xwezayê û berberiyê dihatin pênasekirin, li Romayê ji van fîguran re Magna Mater (Dayika Mezin) dihat gotin.
Li Hindistanê, fîgurên xwedawendan bi fîgurên Durga û Kali derdikevin pêş. Li Hindistanê, bi taybetî "doktrîna Shakti" enerjiya jinê wekî hêzek pîroz pênase dike.
Çanda xwedawend ne tenê pergalek baweriya olî ye, di heman demê de hêzek girîng a jiyanî ye ku pêkhateya civakî çêdike. Lê bi demê re derketina pergala serdest a mêr ev pergal guhert û pozîsyona jinê gav bi gav şûnde xist. Lê îro çanda xwedawendiyê heta roja me ya îroyîn, li hemberî her cure êrîş û tinehesibandina jinê ya ji aliyê pergala serdest a mêr ve, bûye çavkaniya îlhamê ya têkoşîna jinan.
Girîngiya di peyama Rêberê Gelê Kurd a 8'ê Adarê de
Ji destpêka avakirina jiyana civakî ve balkişandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser çanda xwedawend û rola jinê ji vê rastiya dîrokî derdikeve. Ji ber vê yekê jî tekez dike ku pêwîst e jinên ku îro hewl didin bên paşguhkirin, pêşengiya avakirina civakê li ser bingeheke demokratîk bikin. Di nirxandin û analîzên Rêberê Gelê Kurd ên der barê jinê de, gelek caran tê nîqaşkirin ku di serdemên herî kevn ên dîrokê de avakirina pêkhateya civakî bi pêşengiya jinê û bi navenda jinê hatiye pêşxistin. Jin ne tenê ji aliyê biyolojîk de, di aliyê civakî de jî di hemû qadên jiyanê de hêza pêşeng tê dîtin. Di vê çarçoveyê de tê destnîşankirin ku divê çanda xwedawend weke ‘îfadeya hêza civakî ya jinê’ were xwendin. Lê piştî şoreşa çandiniyê, jin di serî de bi mêran ve weke beşek ji malbatê hatin girêdan û piştre jî statûya xwedawendiya wan ji bo xwedayên mêr qels bû. Di vegotinên weke Destana Gilgamêş a li Mezopotamyayê de, xwedavendên bêrûmet têne dîtin.
Rexne û pergala nû
Ji ber vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd girîngiya vegera jinê ya ‘civaka xwezayî’ û ‘civaka demokratîk’ de derdixe pêş... Peyama dîrokî ya 8'ê Adarê îfadeyeke kin û sade ya vê derdixe holê. Ev ne tenê xwendineke dîrokî ye, di heman demê de rexnekirina pêkhateya civakî ya îroyîn e û pêşniyara sîstemeke alternatîf, an jî “civaka demokratîk” e.