Ber bi 8'ê Adarê ve: Berxwedana dîrokî (7)

  • 09:10 7 Adar 2025
  • Dosya
  
Jin jiyan azadî: Formula ‘Em jiyanek çawa dixwazin e’
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Rojda Bedîa Akkaya derbarê xebatên li qadan û di çarçoveya felsefeya "Jin jiyan azadî" de dimeşînin axivî û got: “Ji bo mezinkirina felsefeyê, xurtkirina vê xetê û jiyanek çawa tê xwestin de me têkoşîna xwe meşand û vê formulê xwe li hemû jinan pêçaye.”
 
Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê seranserê dîrokê bû sîmgeya têkoşîna azadî û wekhevî ya jinan. Jin li her çar alî cîhanê li dijî polîtîkayan dengê xwe bilind dikin. Dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li her derê cîhanê bûye sembol û jin berxwedana xwe xurt dikin. Di 8’ê Adarê de jin bi awayekî xurt daxwazên xwe tînin ziman.
 
Aktîvîsta TJA’yê Rojda Bedîa Akkaya çarçoveya 8’ê Adarê de têkoşîna jinan a salekê nirxand.
 
Di 2024’an de jinan li qadan têkoşîn meşand
 
Rojda Bedîa Akkaya, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê û wiha bi lêv kir: "394 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Me teşeyê qetilkirina jinan jî dît. Bi taybet li Tirkiye û cihên ku şer hebûn. Em dikarin bêjin ku jinan di 2024’an de îtîrazên xwe, çalakî û berxwedan bilind kirin. Pêknehatina 6284, feshkirina Peymana Stenbolê, girtina saziyên jinan, polîtîkayên jinan binpêkirin, polîtîkayên bêcezahiştinê û her cureyê tundiya li ser jinê di vê salê de zêde bûn. Jinan 2024’an de li dijî krîza aborî têkoşîn dan. Jinan li dijî van polîtîkayan li qadan dengê xwe bilind kirin."
 
‘Rêbazên şer ketin dewrê’
 
Rojda Bedîa Akkaya balkişand ser polîtîkayên şerê taybet û diyar kir ku di 2024’an de polîtîkayên şer dîsa ketine dewrê û wiha vegot: “2024’an de li Kurdistanê jinan li dijî tundya mêr dewletê têkoşîna xwe bilind kirin. Ji ber polîtîkayên şer yên li Kurdistanê keda jinan, beden, fikr tune hat hesibandin. Ji bo teşhîrkirina van polîtîkayan, ji bo em bibin xwedî hişmendî me sala xwe bi têkoşînê derbas kir. Li Rojhilata Navîn û cîhanê şer heye. Bêguman ev herî zêde bandor li jin û zarokan dike. Li dijî vê me têkoşîna xwe bilind kir.”
 
‘Jin jiyan azadî’ gerdunî bû
 
Rojda Bedîa Akkaya, daxuyand ku di hemû xebatan de felsefeya "Jin jiyan azadî" dan jiyîn û wiha dirêjî dayê: “Me tevgera jinan di 2024’an de bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ xwe rêxistin kir. Ev felsefe ji bo me girîng e. Me bi vê felsefeyê xest jiyana nû ava bikin. Me rêxistibûna xwe di bin sernavê ‘jin jiyan azadî’ de kir. Jin Jiyan Azadî, tevgera jinên Kurd bezand û gerdunî bû. Di asta global de esas tê girtin.”
 
‘Dengê jinan bû îtîraza wan’
 
Rojda Bedîa Akkaya bal kişand ser wateya çalakiyên îsal û got: "Jin jiyan azadî wê salên pêş de jî mohra xwe li têkoşîna jinan bide. Jin jiyan azadî bûye zimanê têkoşîna jinan. Bûye îtîraza jinan. Jin jiyan azadî bûye felsefeya hemû jinan lê ji bo tevgera jinên Kurd xwedî wateyek hîn girîngtire. Wek formulekê xwe li hemû jinan pêçaye. Me 8’ê Adara 2025’an bi dirûşmeya ‘Em li dijî qirkirina jinê serî hildidin dimeşin azadiyê’ rêxistin kir. Bi gelek sernavan em ê li qadan bin. Di vê 8’ê Adarê de gelek krîzên cidî hene. Em ê li dijî van krîza dengê xwe bilind bikin. Em ê daxwaza jiyaneke wekhev û azad di çalakiyên xwe de meşên xwe de bînin ziman. Em bi daxwazên mezin diçin 8’ê Adarê. Em li dijî şerê serdestan, li dijî butçeya jinan dengê xwe bilind bikin. Em dengê hevalên xwe yên di her qadê de têdikoşin bidin bihistin. Ji ber vê ev 8’ê Adarê girîng e. Bernameyeke me ya tije heye.”
 
Bang ji bo jinan girîng e
 
Rojda Bedîa Akkaya balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku banga sedsalê ji bo jinan gelek girîng e û jinan bi coşeke mezin pêşwazî kiriye û got: “Ev bang ji bo me jinan gelek girîng e. Piştî bangê hevalên me ligel bangê cihê xwe girtin û asta biryarbûnê derket holê. Bang ji bo me şansekî mezine. Bang di heman demê de çareseriya gelek pirsgirêkên jinan e. Çareseriya gelek pirsgirêkên jinan di bangê de ye. Jinan her tim bi fikr, nêrîn, paradîgma, îdeolojî, felsefe û zanista Abdullah Ocalan tevgeriyane û ligel xwe dîtine. Ji ber vê jî bersivdayina vê bangê bêguman pratîk bixwe ye. Jin amade ne ku berpirsyariyê bigirin ser xwe.”
 
‘Em ê 8’ê Adarê de di jiyana hevpar de bên gel hev’
 
Rojda Bedîa Akkaya anî ziman ku wê li hemû qadan xebatan bidomînin û paradîgma jinan a azadîxwaz û demokratîk li qadan biqîrin. Rojda Bedîa Akkaya wiha dawî lê anî: “Weke Tevgera Jinen Azad, em ê bi serdanan tax bi tax, gund bi gund, mal bi mal, kolan bi kolan berpirsyariya hişyarkirina vê pêvajoyê bigirin ser xwe. Di 8'ê Adarê de em ê bi awayekî gelekî xurttir û bi coş peyama 'îradeya çareserî û civaka demokratîk' bidin. Em ê biqîrin ku paradîgmaya me ya jinên demokratîk, azadîxwaz navnîşana hevpar a hemû jinan e. Di heman demê de divê jin li ser hemû qadên hevpar ên têkoşînê çawa bikin? Çi bikim? Di vê wateyê de em ê li ser hemû mijarên 'ji ku dest pê bikin û bi têkoşîneke bi bandor em ê çawa encam bigirin' nîqaş û plansaz bikin. Em jî bi qasî serhildanê çareserî, hêz û têkoşînê bi xwe re bînin. Em ê di 8’ê Adarê de li ser navê jiyana hevpar bicivin. Bila jin bi hêvî, berxwedan, heyecan, moral, coş û serhildana xwe bên. Ez 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.” 
 
Qediya.