Dayikên Aştiyê: Ne cihê nû azadî divê

  • 13:58 2 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Dayikên Aştiyê bi dirûşma "Ji bo aştiyê gav biavêje” berê xwe dan Enqerê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avetina gavên şênber ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi rê ketine, gehiştin Enqerê. Nêzî 300 Dayikên Aştiyê ku li Navenda DEM Partiyê ya Balgatê ya navçeya Çankaya ya Enqerê hatin ba hev, li Parqa Meclisê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikên Aştiyê piştî daxuyaniyê berê xwe dan Parqa Kurtuluşê. Dayikan şevê di Konê Aştiyê de derbas bikin û daxwazên xwe bînin ziman. 
 
Dayikên ku ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê bi dirûşma "Ji bo aştiyê gav biavêje" bi rê ketin daxwazên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman û gotin: "Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Tenê cih guhertina Rêberê Gelê Kurd têr nake. Her wiha em daxwaz dikin ku bila girtiyên siyasî hemû serbest bên berdan û li gorî vê qanûn bê pratîzekirin."