Dayika Pinarê: Kujer serbest in, li min jî doz vekirin

  • 09:08 7 Gulan 2022
  • Rojane
 
Rozerin Gultekin
 
STENBOL - Dayika Pinar Gultekin, Şefika Gultekin anî ziman ku li ser gilîkirina Cemal Metin Avci doz li wê hatiye vekirin û wiha bang li dozger û dadgeran kir:"Ger bûyerek wiha bi serê wan de bihata wê bertekek çawa nîşanî kujer bidana? Çima êşa min nabînin?"
 
Di sala 2020'î de li Muglayê bi iddiaya dayika Pinar Gultekin, Şefika Gultekin gef li bersûc Cemal Metin Avci daye xwarin û heqaret lê kiriye ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Muglayê ve iddianame hat amadekirin. Bersûc Cemal Metin Avci di rûniştina 26'ê Nîsana 2021'ê de piştî gotinên Şefikayê li Serdozgeriya Komarê ya Muglayê giliyê Şefikayê kiriye. 
 
4 sal û 4 mehan ceza hat xwestin 
 
Îddianameya dozgeriyê amade kir ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ve hat qebûlkirin. Ji bo Şefikayê bi iddiaya "gefxwarin","heqaret" 4 sal û 4 mehan cezayê girtîgehê hat xwestin. Wê rûniştina yekem jî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Muglayê bê dîtin. 
 
Şefika Gultekin têkildarî vekirina dozê ya li ser gilîkirina bersûc Cemal Metin Avci ji ajansa me re axivî û bertek nîşanî dozger û dadgeran da. 
 
'Ger bi serê wan de bihata wê bertekek çawa nîşanî kujer bidana?'
 
Şefikayê bi lêv kir ku di doza ku ev du sal in didomin de tim buxtanan dixin stûyê Pinarê û wiha got:"Gotinên kujer Cemal Metin Avci digirin ber çav lê yên min nagirin ber çavan. Ez biryara dozger daye şermezar dikim. Em edaletê dixwazin. Kujerê keça min ne yek tenê ye. Dayik, şirîkê wî jî hevkar in. Lê dozger ew berdan. Li dayikekê doz vekirine. Ez takdîra vî tiştî ji raya giştî re dihêlim. Dayik û xwişka dozger heye. Bila xwe têxe dewsa min. Ger bi serê wan de bihata wê bertekek çawa nîşanî kujer bidana? Çima êşa min nabînin? Banga min li cîhanê ye. Bila dozger û dadgerên bi wijdan li doza me binêrin. Em êdî van tiştên diqewimin nikarin ragirin. Divê ceza bidin kujeran."
 
' Ger dewletê ev êşa min bidîta wê min neda dadgehê'
 
Şefikaya ku tim pirsa "Edaleta te li ku ye?" dikir wiha domand:"Berteka min daya kujer normal e. Dewsa dozger û dadger vê bertekê normal bibînin doz li min vekirin. Gelo ew ê herkes bertekek çawa nîşanî vê yekê bide. Cinayeta keça min naşibe cinayetên din. Keça min miriye nikare xwe îfade bike lê ew buxtanan dikin stûyê keça min. Bi ser de jî dozê li dayika wê vedikin. Ev tiştekî gelekî bi êş e. Ji ber mijûlbûyina bi dozê re me êşa xwe nikaribû bijiya. Ger dewletê ev êşa min bidîta wê min neda dadgehê."
 
'Cesaretê didin mêran'
 
Şefikayê da zanîn ku bersûc Cemal Metin Avci wekî ku Pinarê nekuştibe rehet tev digere û wiha lê zêde kir:"Bes e bila êdî jinan nekujin. Ger vana bi hawê xwe yê wiha dewam bikin dê cinayet tu carî bi dawî nebe. Ji bêcezahiştinê cesaretê digirin. Wekî dayikekê min didin dadgehê. Ji ber cesareta didin mêran mêr rojê deh jinan dikujin. Piştgiriyê bidin min. Ger em piştgiriyê nedin hevdu dê bêtir jin bên kuştin."