‘Butçeya ji bo şer tê veqetandin dibe sedema krîzê’

  • 09:03 5 Gulan 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Endama Lijneya Rêveberiya Weqfa Aştiyê Ayşe Aydogan der barê êrîşên AKP-MHP- PDK’ê yên li hember Herêma Federe ya Kurdistanê nirxandin kir û got ji bo şer butçe tê veqetandin û ev jî dibe sedema krîza aborî.
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 17’ê Nîsanê de bi piştgriya PDK’ê li hember Herêma Federal a Kurdistanê li qadên Zap, Avaşîn û Metîna êrîş dan destpêkirn û êrîşên dewleta tirk ên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didomin. Her wiha di 2’ê gulanê de  Hikûmeta Iraqê li dijî Şengalê êrîş da destpêkirin û bertekên li dijî êrîşan jî didomin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Weqfa Aştiyê Ayşe Aydogan der barê mijarê de axivî û got tiştên tên jiyîn ji şerê Rûsya û Ukraynayê ne serbixwe ne û got wê şer di alî aborî û civakî de zirarê bide gelên Tirkiyeyê.
 
‘Zimanê tê bikranîn gelan tîne hemberî hev’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku partiyê bloka netewperest zimanên li hember kurd, ermenî û penaberan bi kar tîne rê li ber dijminahiya di nava civakê de vedike û wiha dirêjî dayê: “Şerê li Rusya û Ukraynayê dest pê kiriye nêzîkatiyên nîjadperest yên li Tirkiyeyê zêde kirin. Hemû şer bandorê li hev dikin. Lê ji dîroka ku pirsgirêka kurd derketiye holê şûnde desthilatdariyê li hember kurd û ermeniyan zimanekî nîjadperest bi kar tîne û di encama vê de li hember kurdan û penaberan lînç û êrîş pêk tên. Ev encama gotinên nîjadperest e.”
 
‘Êrîş nayên qebûlkirin’
 
Ayşeyê  da zanîn ku piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li hember êzdî û sivîlan niha PDK, hikûmeta Iraq û Tirkiyeyê operasyonên xwe lez kirine û wiha pê de çû: “Êrîşên li hember xweza û tunekirina gelan ji hev ne serbixwe ne. Li wê derê tunekirina gelê sivîl mijara gotinê ye. Gazên kîmyewî tên bikaranîn. Ger ku ev rast be wê bibe sedema komkujiyek bi xof. Bêguman ev nayê qebûlkirin. PDK û Iraq bi taybet jî PDK bi hinekên din re tevdigere. Ev ji aliyê kurdan ve nayê qebûlkirin.”
 
Ayşeyê axaftina xwe wiha domand: “Divê her kes îtîrazî vê rewşê bike. Ji ber polîtîkayên şer butçe ne ji bo gel ji bo şer tê veqetandin. Bêguman krîza aborî jî ji ber butçeya ku ji şer re tê veqetandin pêk tê. Krîza aborî niha di asteke bi xof de ye. Ji sînor cenazeyên leşkeran tên. Her cenaze dibe sedema êşên mezin. Mafên kurdan jî heye. Ev mafê mirovî ye.”
 
Her kes berpirsyare
 
Ayşeyê nirxandina xwe wiha bid awî kir: “Divê partiyên siyasî û çapemenî zimanê aştiyê ava bikin. Ji bo aştî li Tirkiye û Rojhilata Navîn mayînde bibe berpirsyarî dikeve ser milê hemû aliyan û gelan. dikeve ser milê rayagiştî ya navneteweyî. Ev agir wê bikeve cihên din jî. Ger şerê germ dest pê bike wê her der bibe gola xwînê. Divê demildest muzakereyên aştiyê pêk bên.  Di vê mijarê de rol dikeve ser milê hemû kesî.”