Dayika Rênas Roj: Bila hemû kurd li dijî dagirkirinê bibin xwedî helwest

  • 09:05 4 Gulan 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - Dayika yek ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj ku di 19’ê Tebaxa 2021'ê de jiyana xwe jidest dabû, Emîne Bîglerî êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn ve Metînayê şermezar kir. Emîne, destnîşan kir ku bila tu kurd rê nedin vî şerî û li dijî vê sînga xwe bikin mertal.
 
Dewleta tirk, di 17'ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn ve Metînayê yên Herêma Kurdistanê êrişeke mezin da destpêkirin. Êrişa dewleta tirk hem ji hewa ve hem jî ji bejahiyê didome û bertekên li dijî vê êrişê jî roj bi roj zêdetir dibin.
 
Di 19’ê Tebaxa 2021'ê de, di encama êrîşa balafireke bê mirov a dewleta tirk a li ser rêya Elî Fero ya ku navbera Heseke û Qamişloyê de cih digire, yek ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj jiyana xwe jidest dabû. Dayika Rênas Roj, Emîne Bîglerî (78) ku li bajarê Silêmaniyê dijî têkîldarî êrîşên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê axivî.
 
‘Xema welatê xwe dixwim’
 
Emîneyê bi lêv kir ku ew xema welatê xwe dixwe û wiha axivî: “Rêz û silavê dişînim ji şehîdan, ji gerîlayan re, ew gerîlayên ku niha li berê şer de ne, ew ên ku xwe xistine nav zext û zehmetiyê, dest û çavên wan radimûsim. Ez wekî dayika du şehîdên Rênas û Rêbaz li Rojhilat jî bav û mamê min bi destên Komara Îslamîya Îranê hate îdamkirin. Ez dayikek pir xembar im. Xema Kurdîstana xwe, xema welatê xwe dixwim. Yên keç, kur, pîrêjin, ciwan ku dikarin bi xwepêşandanê alîkariya welatê xwe bikin bila bi piştgiriya Erdogan welatê me dagir nekin.”
 
‘Bila hemî kurd li dijî dagirkirinê bibin xwedî helwest’
 
Emîneyê, diyar kir ku gerek hemû kurd li dijî vî şerî bibin yek û destûrê nedin ku xaka welat were dagirkirin. Emîneyê, got: “Eger werin welatê me dagir bikin pir şerm e, çima em welat radestî dijmin bikin? Em hemî kurd in, dest bidin dest û bi hev re bin wê demê dijmin bi me re nikare. Dijmin nikare tu tiştekî bike, dijmin nikare me birûxîne. Ez bi xwe ji hemû malbatên şehîdan û ji hemû mamosteyan û ji hemû karmendan dixwazim bi xatirê Xwedê bila li dijî daigirkirinê bibin xwedî helwest. Bila welatê me dagir nekin bila nekevin nav welatê me. Ew eger bikevin nav welatê me tu kesî nas nakin, dikare bi bê exlaqî her tiştî bi me bikin û bi bê exlaqî ceza bidin me.”
 
‘Bila tu kurd rê nedin û li dijî vî şerî sînga xwe bikin mertal’
 
Emîneyê, bi lêv kir ku divê kurd rê nedin dagirkeran û wiha domand:"Tu kurdên bi exlaq û bi rûmet naxwaze dijmin welatê me dagir bike. Bila nekevin bajarên me. Ji tevahiya xelkê Kurdîstanê dixwazim ku li dijî vî şerî rabin ser piyan. Niha gihiştime temenê xwe yê 78 salî û gava vê rewşê dibînim xemgîn dibim, dibêjim çima welatê min wisa bûye? Banga min ji aliyên siyasî jî heye û dixwazim ew jî dengê xwe bilind bikin û li dijî vî şerî tifaqa xwe ava bikin. Bila tu kurd rê nedin û li dijî vî şerî sînga xwe bikin mertal. Pîvana şer a dewleta tirk nîne. Welatê me çima bi destê dijmin were dagirkirin û çima kurd destûrê bidin vî tişî, kurd çima bi destê dijmin werin kuştin.”
 
'Bila welatê me neyê dagirkirin'
 
Emîneyê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêşmerge û gerîla birayê hev in. Bila pêşmerge sekna gerîlayan bibînin û şerm bikin. Ew gerila di nav şert û mercên gelek giran û zehmet de têdikoşin. Carinan hefteyekê nan naxwin û şer dikin, li televîzyonê wan binêrin şerm bikin. Ew ên ku ji wan hez nakin şerm bikin. Bila welatê me nerûxe, bila welatê me neyê dagirkirin. Bi xatirê Xwedê hawar dikim ku hemû rabin ser piyan û destê biratiyê bidin hev. Bizanin dijmin çawa dikare welatê we dagir bike. ”