Serpil Kemalbay: Navnîşana siyasî ya Onur Gencer bloka AKP-MHP'ê ye

  • 09:03 4 Gulan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê Serpil Kemalbay têkildarî doza Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin wiha got:"Doza ku hatiye vekirin wekî dozeke ji rêzê û bersûc jî wekî bersûcekî ji rêzê tê bidestgirtin. Lê belê navnîşana siyasî ya Onur Gencer bloka AKP-MHP'ê ye."
 
Di 17'ê Hezîrana 2021'ê de Onur Gencer êrişî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir. Di encamê de xebatkara HDP'ê Deniz Poyraz hat qetilkirin. 3'yemîn rûniştina doza qetilkirina Deniz Poyraz di 29'ê Nîsanê de hat dîtin. Di dadgehê de parêzeran daxwaza reddi hakim kirin. Parlamentera HDP'ê Serpil Kemalbay derbarê doza hat taloqkirin de nirxandin kir. 
 
Berî doz dest pê bike bêhiqûqiyê dest pê kir
 
Serpilê bi lêv kir ku li ser dadgehê zexteke mezin hebû û wiha got:"Berî doz dest pê bike bêhiqûqiyê dest pê kir. Şandeyê dixwest dozê li demê belav bike. Beşdariya bi SEGBÎS'ê ya kujer bi xwe tê wateya parastina kujer. Kujer ji ber xwestiye bi SEGBÎS'ê beşdar bibe ev yek jî hatiye qebûlkirin. Ev bi xwe bêhiqûqîyek e. "
 
Dadgeh wekî kujerekî ji rêzê û wekî komkujiyeke ji rêzê digire dest
 
Serpilê da zanîn ku nûnerên baro û parêzerên ji bo wan belgeya destûrmendiyê ji bo wan hat dayin wekî terefê beşdar bûne nehatin qebûlkirin û wiha got:"Ev bêhiqûqiya duyem e. Ev tê wê wateyê ku mudaxaleyî dadgehê tê kirin. Bi talîmata hat dayin dadgeh wekî kujerekî ji rêzê û wekî komkujiyeke ji rêzê digire dest. Kujer plana êrişa HDP'ê di rojekê de çênekir. Li Minbicê perwerde girt. Wekî xebatkarê tendirustiyê hatiye nîşandan lê li otelên luks dima û bi wesayetên luks seyahat dikir. Dixwazin vê dozê wekî meseleyeke edlî bigirin. Lê belê di esasê de xwe li dijî gelê kurd li dijî demokrasiya Tirkiyeyê darbeyek mijara gotinê ye." 
 
'Me dîsa dît ku yê komkujî kir hat parastin'
 
Serpilê da zanîn ku ji ber komkujiyên siyasî yên mîna Tahir Elçi nayên ronîkirin loma ev dibe sedem ku komkujiyên siyasî yên mîna Deniz Poyraz jî çêbikin û wiha lê zêde kir:"Ger cinayeta Abdi Îpekçi bihata ronîkirin wê îro komkujiyeke wiha jî çênebûya. Ev di eslê xwe de êrişeke siyasî ya dewletê ya li dij partiyên siyasî yên gel temsîl dikeye. Me dîsa dît ku yê komkujî kir hat parastin. Em vêya qebûl nakin. "
 
Bloka AKP-MHP'ê bersûcê hemû êrişên li ser HDP'ê ye
 
Serpilê diyar kir ku ji ber doza HDP'ê ya girtinê kujer ji daxistina tehrîka bi neheqî fêde girtiye û wiha got:"Ev tê wateya eşkerekirina êrişa faşîst û nîjadperest a li dijî HDP'ê. Bloka AKP-MHP'ê bersûcê hemû êrişên li ser HDP'ê ye. Ji ber ew tim HDP'ê dikin hedef. Tetîkêş kujer Onur Gencer nîşaneya Ulku Ocaklari dike û ji aliyê serokê giştî yê wê partiyê jî tê parastin. Devlet Bahçeli gotibû çi? Gotibû Denizi milis e û xwestibû komkujiyê rewa nîşan bide. Navnîşana siyasî ya Onur Gencer bloka AKP-MHP'ê ye."