'Bi têkoşîna hevpar em dikarin ji şer re bêjin bisekine'

  • 11:09 3 Gulan 2022
  • Rojane
 
Marta Somek-Rozerin Gultekin
 
STENBOL - Jinan bang kirin ku êrişên bi hevkariya AKP-PDK'ê li ser Herêma Kurdistanê ya Federe tê kirin, bi dawî bibin û gotin:"Bi têkoşîna hevpar em dikarin ji şer re bêjin bisekine."
 
Îktidara AKP-MHP'ê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) di 23'yê Nîsana 2021'ê de êriş bir ser Herêma Kurdistanê ya Federe. Îsal ev êriş bi awayekî din didome. Dîsa bi hevkariya AKP-PDK'ê di 17'ê Nîsanê de dewleta tirk êriş bir ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê. 
 
Jinên siyasetmedar, nûnerên rêxistinên jinan, jinên kedkar bal kişandin ser piştevaniya li dijî şer. 
 
Banga piştevaniya bi gelê kurd re
 
Endama Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gurbet Aydogan da zanîn polîtîkayeke şer a li ser gelê kurd tê meşandin heye û got:"Ji bo şer bi dawî bibe divê piştevanî bi gelê kurd re bê kirin. Her wiha heta AKP-MHP dev ji polîtîkayên şer bernede dê aborî jî serast nebe. Tu hêviya me êdî ji îktidarê nemaye. Bi têkoşîna hevpar em dikarin ji şer re bêjin bisekine".
 
'Divê şer demildest bi dawî bibe'

Jinan kedkar Hatice Taş jî da zanîn polîtîkayên şer û îmhayê yên li dijî gelê kurd bi salan e didomin û wiha got: "Êdî tehemula mirovan nema. Niha her alî di bin  zextê de ne û loma zextên li ser kurdan êdî fam dikin. Veqetandina budçeyê ya ji şer polîtîkayeke çewt e. Divê şer demildest bi dawî bibe. "

 
 
'Ne ji bo şer bila ji bo jinan budçe bê veqetandin'
 
Endama Piştevaniya Mor Îrem Kayikçi qeyrana sermayeyê çawa kûr dibe polîtîkayên şer jî kûr dibin û wiha got:"Ev şer qeyrana dawî ya sîstema kapitalist patriarkal a çav bera daye ked, beden û mafên mirovan nîşan dide. Sanayî û sermayeya şer sermaye xistiye mista xwe û pere ber bi wir ve diherike. Ne ji bo şer bila ji bo jinan budçe bê veqetandin."
 
'Em hewl didin bi ciwanên kurd re têkoşînê mezin bikin'
 
Endama Partiya Kedê (EMEP) Selinay Uzuntel da zanîn ji qeyrana aboriyê ya Tirkiyeyê herî zêde jin, kedkar û xwendekar bi bandor dibin û wiha lê zêde kir:"Li zanîngehan li bajarên kurdan li ser ciwanan li ser gel zextên mezin hene. Dixwazin kurdan biçewisînin. Em hewl didin bi ciwanên kurd re têkoşînê mezin bikin. Em bi kurdên li her derê zext li wan tên kirin dikevin nava piştevaniyê. Îro hem li Stenbolê hem jî li Kurdistanê, li zanîngehan, li cihên kar em bi rêhevalên xwe di nava rêxistinbûyin û têkoşînê de ne. Em hewl didin bi ciwanên kurd re têkoşînê mezin bikin."