Banga jinan a ji qada 1'ê Gulanê: Em ê nehêlin welatê me were dagirkirin

  • 09:10 2 Gulan 2022
  • Rojane

Sema Çaglak-Derya Ren

AMED - Jinên ku ji bo mîtînga 1'ê Gulanê hatibûn Qada Îstasyonê bal kişandin ser êrîşên dewleta tirk a bi hevkariya PDK'ê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn ve Metînayê daye destpêkirin. Jinan destnîşan kirin ku divê hemû kurd li dijî vî şerî sekna xwe diyar bike û hemû hêza xwe bikin yek.
 
Bi dehan bajarên herêmê û Tirkiyeyê bi sedhazaran kes ji bo 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşînê herîkin qadan û 1'ê Gulanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Welatiyên ku daketin qadan dengên xwe bilind kirin û peyam û daxwazên xwe gihandin. Bi taybetî welatiyan li qadan bal kişandin ser mijarên wek li dijî şer, xizanî, pergala kedxwariyê û qirkirina jinê.
 
Li Amedê jî 1'ê Gulanê li Qada Îstayonê hate pîrozkirin. Jinên ku li qadê ji ajansa me re axivîn bal kişandin ser êrîşên dewleta tirk a bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn ve Metînayê daye destpêkirin. Jinan destnîşan kirin ku divê hemû kurd li dijî vî şerî berpirsyariya xwe bîne cih.
 
‘Çekên kimyewî tê bikaranîn’
 
Aklîme Anay, di destpêka axaftina xwe de êrîşên li dijî Herêma Kurdîstanê şermezar kir ku û destnîşan kir ku divê li dijî vî şerî hemû kes sekna xwe nîşan bide. Aklîme, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê Berzanî ji polîtîkayên xwe yên şer vegere. Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re rewşa şermezarkirinê ye. Em wek dayik divê pêşiya vî şerî bigirin. Lazim e ku em hemû rabin ser piyan. Heke hemû dayik rabin ser piyan wê hêzek mezin pêk were. Dewleta tirk wekî her demê dîsa sûcê şer dike. Çekên kimyewî ku qedexe ne bi kar tîne. Berê de jî ew çekên kîmyewî bi kar anîbû. Bi vî şiklî bi mîlyonan pere ji bo wan çekan diçe. Çima ewqas dijminatî tê kirin. Li ser zarokên me bomberan tê kirin. Zarokên me ji bo nasname û mafê doza xwe têdikoşin. Divê ev şer were rawestandin û êdî xwîn neyê rijandin. Wê rojê gelek kes li dijî şerê heya sînorê Xabûrê meşiyan. Pêwîst e ku em her tim çalakiyên bi vî awayî çêbikin.”
‘Em şer naxwazin’
 
Havva Kurul jî diyar kir ku li dijî polîtîkayên şer divê gel xwe ji qadan venekeşin û wiha got: “Gelê kurd zilmek mezin dibîne. Divê ev zilm û şer bisekine. Êdî bes e em şer naxwazin. Em hemû hêza xwe bikin yek û li dijî vî şerî bisekinin. Aştî bi yekîtiyê pêkan e.”  
 
‘Em ê nehêlin welatê me were dagirkirin’
 
Halîme Topuz jî anî ziman ku PDK'ê xaka welat difiroşe dewleta tirk û wiha axivî: “Em cudahiya tu nîjadan naparêzin û li dijî şer in. Em doza maf û hebûna xwe dikin. Divê em hemû li dijî Berzanî yekîtiya xwe ava bikin û nehêlin ku welatê me were dagirkirin. Çima Berzanî ewqas bi hêsanî tev digere û çima ewqas xwe girêdayî dijmin kiriye. Li wir sûcê şer kirin û her roj sûcên din lê zêde dikin.”
 
‘Sekna Berzanî ne seknekê kurdewarî ye’
 
Fatma Tîmur jî daxuyand ku ew dixwazin ev şer bi dawî bibe û ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin. Fatma, wiha pê de çû: “Bi destpêkirina operasyonên derve yên dewleta tirk li hemû civatê nerehetiyekê jî dest pê kir. Ew bê wîjdanîyê çima ewqas dikin. Çekên kîmyewî tê bikaranîn û zilmek mezin li ser gel tê kirin. Em sekna Berzanî ya li dijî van şermezar dikin û qebûl nakin. Ev ne seknek kurdewarî ye. Erdogan tenê rojeva xwe bi şer dimeşîne. Li her derê şer dike û bi rijandina xwînê hewil dide ku desthîlatdariya xwe bidomîne. Em van dibînin û êdî dibêjin bes e. Ji salekê zêdetir e ji Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin. Em ji tenduristî û rewşa wî bi fikar in. Em dixwazin jê agahiyekê bigirin û bizanibin rewşa wî çawa ye.”
 
‘Divê em li dijî vî şerî hemû hêza xwe bikin yek’
 
Herî dawî jî Zekîye Yilmaz axivî û destnîşan kir ku di vî şerî de destê hêzên dewletên netew jî hene û wiha axivî: “Sekna PDK’ê jixwe bi salan e diyar e. Em êdî ji zilm û şer natirsin. Têkoşîn para me ye. Ji ber vê yekê jî em gav paş de neavêjin. Di zagonên şer de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye lê belê ji dewleta tirk re hemû kesî xwe bêdeng kiriye. Nexwe destê Netewên Yekbûyî (NY) jî di vî şerî de heye. Gava mijar dibe kurd hemû maf û zagonên navneteweyî tê binpêkirin. Ji bilî kurdan tu kes ji kurdan re alîkar nabe. Divê em hemû bi yek hêzê li dijî vî şerî yekîtiya xwe ava bikin û dengê xwe bilind bikin.”