‘Kurd wê Berzanî efû nekin’

  • 09:01 2 Gulan 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Jinên HDP’ê bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê ku bi piştgiriya PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê pêk tîne dan û gotin: “Kurd piştî vî şerî wê Berzanî û malbata wî efû neke. PDK divê van bifikire û dawî li vî şer û îxanetê bîne.”
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 23’yê Nîsana 2021’ê de bi piştgiriya PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê êrîş da destpêkirin û piştî salekê ji nû ve da destpêkirin. Di 17’ê Nîsanê de li hember Zap, Metîne û Avaşînê êrîş hatin destpêkirin bi obus û balafirên şer bombebaran kirin. Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Berzanî di 16’ê Nîsanê de hatibû Tirkiyeyê û hevdîtin kiribûn. Piştî hevdîtinê Mexmûr jî tê de li hember bajarên herêmê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş hatin destpêkirin.
 
Jinên HDP’ê yên Colemêrgê bertek nîşanî êrîşan dan û der barê mijarê de nirxandin kirin.
 
‘Desthilatdarî bi xwînê xwedî dibe’
 
Hevseroka HDP’a Navendî Sînem Seven daxuyakirin ku divê demildest êrîşên li hember kurdan bi dawî bin û got Barzanî îxanetê li kurdan dike. Sînemê wiha dirêjî dayê: “AKP-MHP ji bo xwe bide jiyîn PDK’ê dike hevkarê sûc. Ji paşerojê heta îro her tim bi komkujî îxanetê xwe domandin. AKP-MHP dixwaze bi PDK’ê re şer bide destpêkirin û bigihêje encamê. Em HDP li dijî vî şerî ne. Her roj agahiyên mirinan tên. AKP û PDK vê nafikire, bi xwînê xwedî dibin.”
 
‘Dest jê berdin’
 
Sînemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dema AKP û MHP bikeve wê PDK çawa hesab bide kurdan û got wê gelê kurd piştî şer Barzanî û malbata wî efû neke û divê demildest dest ji vî şerî berdin.
 
‘Wê roj bê ev şer berê xwe bide PDK’ê’
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê Halîme Sure jî destnîşan kir ku gelê kurd li dijî şer in û her tim li alî aştiyê bûne û wiha anî ziman: “Barzanî bi Erdogan re bûye yek û li dijî kurdan şer daye destpêkirin. Bila ev şer raweste. Piştî ku karê Erdogan biqede wê pişta xwe bide Barzanî. Li ser kurdan şerê qirêj tê meşandin. Roj bê wê ev şer berê xwe bide PDK’ê. Em vî şerî lanet dikin. Divê demildest bi dawî bibe.”
 
'Êdî bes e'
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê Sînem Duran jî anî ziman ku êrîş bi destê PDK’ê pêk tên û wiha dawî lê anî: “Bila êdî ev mirin bi dawî bibin. Bila ev şer raweste. Gelo wê heta kengî xwîna kurdan birije.  Êdî bes e. Bila destên xwe ji ser kurdan bikşînin. Bila zarokên kesî nemirin.”