'Zarokên Şengalê wê Şengalê biparêzin'

  • 09:02 30 Nîsan 2022
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Endama Yekîtiya Jinên Êzidî ya Herêma Cizîrê Hediye Şemo li ser êrîşên Şengalê wiha got: "Ev êrîş di encama hevkirina dewleta tirk, Iraq û PDK'ê de hatine destpêkirin û heta niha jî berdewam in. Dixwazin êzidiyan bê îrade bikin. Mînaka wê jî lêkirina dîwar e. Lê wê zarokên Şengalê her tim Şengalê biparêzin."
 
Têkildarî zext û êrişên bi hevkariya dewleta tirk, PDK û Hukumeta Iraqê li Şengalê tên kirin endama Yekîtiya Jinên Êzidî ya Herêma Cizîrê Hediye Şemo nirxandin kir. Hediye diyar kir ku zarokên Şengalê wê Şengalê heta dawiya jiyana xwe jî biparêzin û wiha got:"Şengal hebûn û tunebuna Êzdîxanê ye."
 
'Şengal kirine zindan'
 
Hediye Şemo di destpêka axaftina xwe de ev tişt anîn ziman:"Êrîşên ku niha li Şengalê tên kirin di encama hevpeymana PDK, dewleta tirk û Iraqê ye. Hevpeymana ku bi destên sê aliyan ve pêk hat, ev demeke ketiye meriyetê. Ji 20'ê Cotmeha 2020'î heta niha gelê Şengalê bi her awayî di nav berxwedanê de ye. Her carê bi rêbazeke cuda Hukumeta Iraqê û PDK êrîşên xwe dibin ser Şengalê. Îro dîsa dixwazin hevpeymana 20'ê Cotmehê bixin meriyetê. Fermanek nû li Şengalê pêk bînin. Dema em wekî mînak bidin, bi dîwarên ku niha li derdora Şengalê lê kirine Şengal kirine zindan û her tim êrîş dikin. Armanca lêkirina dîwarên derdora Şengalê fermanek nû ye. Ji ber ku wekî hemû cîhan dizane di sala 2014'an de li Şengalê civakê xwe bi her awayî rêxistin kir. Di milê siyasî, leşkerî û civakî de bi hemû awayî civakê xwe bi rêxistin kir. Niha ev hêzên desthilatdar bi van êrîşan dixwazin pergalê hilweşînin. Lê bila hemû hezên hegemonîk bizanibin gelê ku li Şengalê dijî bûye xwedî hêz û fikrên mezintir. Ji ber ku fikrê Rêber Apo di hemû qadên jiyanê de hatiye honandin. Jin û civaka Şengalê jî xwe li ser vî esasî bi rêxistin kiriye."
 
'Zarokê Şengalê wê Şengalê  biparêzin'
 
Hediyeyê axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Zarokên Şengalê wê Şengalê heta dawiya jiyana xwe jî biparêzin. Armanca dewlata tirk, Iraq û PDK'ê seranserê Kurdistanê ye. Ji ber vê di roja salvegera êrîşên Qereçoxê de êrîşî Şengalê kir. Ji ber ku di sala 2017'an de dema êrîşên Qereçoxê bi heman demê, êrîşî Şengalê jî kirin. Di wê demê de li çiyayê Çilmerayê yê Şengalê pêşmerge hatin hedefgirtin. Niha di heman rojê de dîsa êrîşî Şengalê kirin. Tim dîroka me xwe dubare dike. Çi Rojava be û çi Şengal be di seranserê Kurdistanê de kurd niha hatine hedefgirtin. Armanca Iraqê ya çêkirina dîwar parçekirina Rojava û Şengalê, qutkirina wan a ji hev in. Ji Mam Zekî heta Zerdeşt Şengaliyan me gelek şehîd dan. Em ê heta dawiyê li şehîdên xwe xwedî derbikevin."
 
'Şengal hebûn û tunebuna Êzdîxanê ye'
 
Endama Sîwana Jinên Êzidî Şayîze Hasan destnîşan kir ku ev êrîş li hember hemû Êzidiyan e û got: "Şengal hebûn û tunebûna Êzdîxanê ye, ji ber vêya li ku derê êzidiyek hebe bila li Şengalê xwedî derbikeve. Şengal hebûn û nebûna me ye. Em wekî jinên Êzidî û civaka Êzidî Şengalê bi tenê nahêlin, heta dawiyê em ê li Şengalê xwedî derbikevin. Di dema fermana Şengalê de artêşa Iraq û PDK'ê Şengal hiştin û reviyan. Dozdeh hezar pêşmerge li Şengalê bûn û reviyan, çima? Bila bimana biparastina çima neman? Em kesekî di nava civaka xwe de naxwazin. Şengal dikare xwe biparêze. Hêz û baweriya Şengaliyan têra Şengaliyan heye."
 
'Heta niha Iraq li ku derê bû?'
 
Şayîzeyê pirsa heta niha Iraq li ku derê bû kir û wiha pê de çû:" Hemû hezên derve jî piştgiriyê didin êrişan. Loma niha dewlata tirk a dagirker êrişî hemû deverên Kurdistanê dike. Bi hinceta sînor, lê Şengal ne di sînorê dewleta tirk de ye. Ma hemû cîhan vêya nizane? Di dema fermanê de cîhanê xwe ker û lal kir, kesekî  li ser Şengalê tiştek negot, bi hezaran jin û zarokên Şengalê hatin revandin, hatin firotin û heta niha jî gelek ji wan winda ne. Çima naçin wan jinên windayî naynin, heta niha Iraq li ku derê bû? Bila bizanibin em ê dev ji rêka xwe bernedin."