Li Amedê meşa girseyî: Bijî Kurdistan

  • 13:56 29 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - Li Amedê bi sedan kes li dijî şer û bişaftinê meşiyan. Meş bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Zapê", "Bijî Berxwedana Zindanan" deng veda.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran, li ber deriyê avahiya şaxa 1'em ya Egîtîm Senê ku li taxa Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê ye daxuyanî da. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel parlementerên HDP'ê Remziye Tosun û Dersîm Dag, Pêkhateya Rêxistinên sivîl (STK) beşdarî daxuyaniyê bûn. Piştî daxuyaniyê belavok hatin belavkirin û  bi sedan siyasetmendar û xebatkarên kom bûn bi hev re li dijî êrişên dewleta tirk ên li Başûr tên kirin meşiyan.
 
Ji bo mîtîngê bang!
 
Di destpêka meşê de bang li gel hate kirin ku di 1'ê Gulanê de, di saet 10'an de li qada Îstasyonê beşdarî mîtînga wê pêk were bibin. Piştî daxuyaniyê girse bi awayê du kortejan belav bû. Her alî bi dirûşm û dengê tilîliyan deng bilind kirin û bala hemû welatiyan kişandin ser xwe. Welatiyên li derdorê bi çepikan meş pêşwazî kirin û kesên di maşîneyan de jî bi korneyan piştgirî dan. 
 
'Bijî Kurdistan'
 
Girseyê li aliyekî biroşurên xwe belav kirin li aliyê din jî bi pêşengiya erbanê dirûşm berz kirin. Girseyê bi taybetî ev dirûşm berz kir "Bijî Kurdistan", "Bimre Îxanet", "Bijî Berxwedana Zapê", "Bijî Berxwedana Gerîla", "Bijî Berxwedana Zindanan", " Em ê Tecrîdê Bişkînin", "Ciwan li Vir in li ser Lingan in", "Bijî Yekê Gulanê."
 
Ruxmê şiyariya polîsan kes belav nebû û heta dawiyê meşa xwe pêk anîn.