'Gerîla zarokên me ne, em bi zarokên xwe bawer in wê bi ser bikevin'

  • 09:05 29 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Dayikên gerîla yên Efrînî têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê axivîn. Dayikan gotin:"Ev 41 sal in dewleta tirk a dagirker şerê zarokên me li ser çiyayên azad dike, lê her tim dijmin li hember vîn û hêza gerîlayên me bi bin ketine. Banga me ji hemû dayikên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê dimînin re heye ku xwe bikin yek û li hember êrîşên dijmin serî netewînin. Gerîla zarokên me ne, em bi zarokên xwe bawer in wê bi ser bikevin."
 
Ji aliyekî di navbera Şengal û Rojava de ji aliyê Hukumeta Iraqê ve dîwarê şermê tê lêkirin her wiha Hukumeta Iraqê êrişî Şengalê dike. Ji aliyekî din ve jî bi hevkariya PDK'ê ji 17'ê Nîsanê ve dewleta tirk dest bi êrîşên li ser herêma Başûrê Kurdistanê kirine. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe ya aborî û teknîkî êrîşî herêma Zap, Avaşîn, Metîna û çiyayên azad dike. Têkildarî mijarê dayikên gerîla yên Efrînî yên niha li Şehbayê dimînin helwest û daxwazên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
'Hevkariya Berzanî ya bi Tirkiyeyê re xiyanet e'
 
Dayika pakrewan Şîlan, Ayşe Şêxo êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha vegot: "Ev 41 sal in dewleta tirk a dagirker şerê zarokên me li ser çiya dike, lê her tim dijmin li hember vîn û hêza gerîlayên me bi bin ketine. Îro jî dewleta tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) êrîşên xwe li ser çiyayên azad li hember zarokên me berdewam dike. Em bi tundî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên Avaşîn, Metîna, Zapê şermezar dikin. Her wiha dîwarê şermê yê ku dewleta tirk lê dike em tu car qebûl nakin, dijmin dîsa planên nû ji bo komkujiyên derheqê me de dike. Dewleta tirk a dagirker bi hemû hêza xwe her wiha bi hevkariya PDK'ê êrîşî gerîlayên me dike, lê dîsa jî nikarin vîna me bişkînin. Ji ber ku gerîla zarokên vê axê ne û ji bo maf û rûmetê şer dikin."
 
'Em weke dayikên gerîla heta nefesa dawî li pey zarokên xwe ne'
 
Ayşeyê di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê weke dayik heta dawiyê piştgiriya zarokên xwe bikin û wiha bi lêv kir: "Em weke dayikên gerîla heta nefesa dawî li pey zarokên xwe ne. Ji ber ku gerîla rûmet û dengê vî gelî ne. Ji ber vê yekê jî bila Malbata Berzanî baş bizanibe ku şerê niha li dijî gelê kurd dimeşîne, wê têk biçe. Malbata Berzanî ya ku bi navê kurdiyetiyê bang dike, ger tenê bêhna kurdiyetê jê bihata wê demê şerê biratiyê nedikir. Evqas sal in Malbata Berzanî xiyanetê li gelê kurd dike, bi dijmin re her tim ji bo berjewendiyên xwe dibe hevkar. Ji ber vê yekê bila tu car li ser navê kurdan neaxive. Em xiyaneta Malbata Berzanî bi tundî şermezar dikin, bila bi ser hişê xwe de vegerin."
 
'Erdogan û Berzanî pîvanên mirovahiyê derbas kirine'
 
Ayşeyê di dawiyê de bang li dayikên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember êrîşan û xiyaneta Malbata Berzanî serî netewînin û helwestên xwe nîşan bidin û wiha got: "Banga me ji hemû dayikên kurd ên li Başûrê Kurdistanê re heye, serî li hember dijmin netewînin, bila derkevin qadan dengê xwe bilind bikin ku mafê xwe biparêzin. Ji ber ku gerîlayên ku dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê êrîş dike, zarokên me ne û parastina xaka xwe dikin. Bila dewletên navneteweyî û rêxistina mafê mirovan êdî çavên xwe vekin û hesab ji Erdgogan bipirsin. Ji ber ku Erdogan û komçeteyên wî hemûyan pîvanên mirovahiyê derbas kirine, her tim kiryaran derheqê gelê kurd de pêk tînin."
 
'Gerîlayên me li çiyayên azad ji bo gel û mafê xwe şer dikin'
 
Dayika pakrewan Gul Çiya, Emîne Xilo li ser xiyaneta Malbata Berzanî û hevkariya bi dewleta tirk re axivî û wiha anî ziman: "Mesûd Berzanî ne Berzanî tenê pere zanê ye. Malbata Berzanî hemû pere û kapîtalîzma xwe xistiya banqeyên Ewropayê, ev jî hemû bi îspat in. Malbata Berzanî dibêje em kurd in lê şerê gerîla dikin. Ma ne gerîla zarokên me ne, zarokê gelê kurd in. Gerîlayên me li çiyayên azad ji bo gel û mafê xwe şer dikin, ji bo parastina xaka xwe şer dikin. Me erdê kesî dagir nekiriye û ne jî me êrîşî kesî kiriye, em tenê ax û mafê xwe diparêzin. Îro li pêşiya çavên cîhanê tanqên dewleta tirk a dagirker di nava leşkerên Berzanî de tev digerin. Malbata Berzanî bê deng e ji ber ku hevkariya dijmin dike."
 
'Gerîla zarokên me ne, wê bi ser bikevin'
 
Emîneyê di dawiyê de diyar kir ku heta yek gerîla li sere çiyan şer bike ew tu car dev ji vê dozê bernadin û wiha bi dawî kir: "Em tu car rê nadin dijmin ku me tune bike û xwîna pakrewanên me vala biçe. Heta dawiyê em piştgiriya gerîlayên xwe dikin. Banga me ji hemû dayikên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê dimînin heye ku xwe bikin yek û li hember êrîşên dijmin serî netewînin. Gerîla zarokên me ne, em bi zarokên xwe bawer in wê bi ser bikevin."