Dayika Agît Îpek: Êrîş nikarin PKK’ê biqedînin’

  • 09:03 27 Nîsan 2022
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Dayika Agît Îpek yê HPG’î ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin, Halîse Aksoy bertek nîşanê êrîşên bi hevkariya TSK û PDK’ê li hember Metîna, Zap û Avaşîn pêk tên, da û wiha bang li PDK'ê kir: “Îro tu bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikî lê dema karê te biqede wê te nîvê rê de bihêle. Bila hişê te li serê te be. Ligel xwişk û birayên xwe cih bigire.”
 
Êrîşên bi hevkariya Hêzên Çedkarî yên Tirk (TSK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve li hember Herêma Federal a Kurdistanê hatin destpêkirin di roja 11’an de didomin. Herêm bi balafirên şer û obusan tê bombebarankirin û TSK bi hêzên taybet yên PDK’ê re hewl dide ji bejahî ve jî pêş keve. Lê heta niha bi berxwedana hatiye nîşandan pêş ketin çênebûye û bertek û çalakiyên li dijî êrîşan roj bi roj didomin.
 
Dayika Agît Îpek yê HPG’î ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin, Halîse Aksoy û rêvebera HDP’a Esenlerê  Emîne Arsalan der barê êrîşan de bertekên xwe anîn ziman û gotin divê her kes li dijî êrîşan rabin ser piyan.
 
‘Werin ser riya rast’
 
Halîse Aksoy da zanîn ku dayik şer naxwazin û bertek nîşanê hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re da û wiha daxuyand: “Gelo zarokên tên qetilkirin tu nabînî? Te bi dijmin re li wir şer daye destpêkirin. Lê tu çi jî bikî wê PKK neqede. Îro tu bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikî lê dema karê te biqede wê te jî nîvê rê de bihêle. Bila hişê te li serê te be. Ligel xwişk û birayên xwe cih bigire. Cenaze tên parçekirin. Dikin pakêt û dişînin. Em yek kes jî bimînin vê rewşê qebûl nakin. Dijmin niha ji te re dibêje dost lê bi awayekî xaîn li dora te digere. Mesrur Barzanî bê ser rê.”
 
‘Tirkiye û Barzanî ji aştiyê ditirsin’
 
Halîseyê balkişand ser şerê taybet ê dewlet dimeşîne û bi lêv kir ku beşek ciwanên kurd tevli PKK’ê dibin û beşek jî ji aliyê dewletê ve tên xapandin û li dijî kurdan tên bikaranîn. Halîseyê ev tişt anî ziman: “Ez bang li ciwanên kurd dikim. Bila dijminê xwe nas bikin. Fêdeya dijmin ji bo me tune ye. Ji me re nabe dost. Heta em hebin wê ev dijminahî hebe. Dijmin wê li ser pişta me karê xwe çareser bike. Tirkiye û Barzanî ji aştiyê ditirsin. Mesrur Barzanî dibêje ez bi Erdogan re azad dibim û we didim plana dawî. Lê aştî û azadî girêdayê PKK û Rêber Apo ye. Mifteya qirêj destê Erdogan de ye. Ji xwe dawiya dewleta tirk hatiye. Wê bi vî şerî re dawiya Mesrur Barzanî jî bê.”
 
‘Ji xwe dur nebînin’
 
Halîseyê di dawiya axaftina xwe de, li dijî êrîşên tên jiyîn bang li hemû malbat û kesên xwedî wijdan kir ku rabin ser piyan û wiha dawî lê anî: “Cenazeyan bibînin. Ji xwe dur nebînin. Îro cenazeya me tê wê sibê ya web ê. Bila kes nebêje ku zarokên min tevli tiştekî nabe. Ev rê li ber her kesiye. Divê her kes dengê xwe bilind bike.”
 
‘Ev dewlet tu car nabe dostê Barzanî’
 
Emîne Arslan jî destnîşan kir ku Mesut û Mesrur Barzanî hewl didin ku li herêmê serdest bin û ji ber vê jî bi hevkariyê êrîşan zêde dikin û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Bila Barzanî vê bizane. Dewlet tu car ji wî re nabe dost. Çawa ku îro li ser me zalimiyê dike wê roj bê li wan jî bike.Dijmin tu car nabe dost. Ji bo PKK’ê biqedîne xayiniyê dike. Lê PKK tu car naqede. Ew çiqas êrîş dikin PKK evqas mezindibe. Em ê biserkevin. Barzanî pergala axatiyê dixwaze. Ji bo vê bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Her tim dijminahiyê dike. Bi Erdogan re hevkariyê dike lê wê rojekê bikeve. Em ê wan rojan bibînin. Bila kezeba tu dayikê neşewite. Ji bo vê divê dayik rabin ser piyan.”