Ji malbatên girtiyan bangewaziya 'Li dijî zilmê tifaqê ava bikin'

  • 09:03 26 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Ligel çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan hatî destpêkirin, bangewaziya malbatên girtiyan jî didome. Malbatên girtiyan ên Botanê diyar kirin ku bêdengî mirinê bi xwe re tîne û li dijî mirinê divê kurd tifaqa xwe ava bike.
 
Ji bo kurdistaniyan mijarek din a sereke jî binpêkirina mafên girtiyan e. Ji bo her qadên civakê polîtîkayeke taybet ên şer tê meşandin, heman polîtîka ji bo girtîgehan jî derbasdar e. Di encama wan polîtîkayan de cenaze ji girtîgehan derdikevin, înfazên girtiyan tên betalkirin, girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û hevdîtinên bi malbatan re bi hincetên cuda tên astengkirin. 
 
Li dijî binpêkirina mafên girtiyan, malbatên girtiyan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê çalakiya "Nobeta Edaletê" dan destpêkirin, ji bo hestiyariyê bang li raya giştî dikin. Ji malbatên girtiyan, Kumrî Tanboga û Fatma Kutluk jî ajansa me re axivîn û behsa rewşa zarokên xwe kirin.
 
'Rewşa Îsmaîl nebaş e'
 
Ji girtiyên nexweş yek jê Îsmaîl Tanboga ye. Îsmaîlê ku gava hatiye girtin 15 salî bûye, li navçeya Silopiyê di dema qedexeyên derketina derve de hat girtin û 4 caran cezayê muebeda giran lê hat birîn. Îsmaîl ev nêzî 7 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Girtî ya Amedê ye. 
 
Dayika wî Kumrî Tanboga di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser girtina kurê xwe: "Kurê min di 15 saliya xwe de hat girtin û dema hat girtin jî gelek îşkence lê hat kirin. Îsmaîl nêzî salekî di girtîgeha Şirnexê de ma û piştre sirgûnê girtîgeha Hatayê hat kirin. Dû re jî sirgûnê girtîgeha Îskenderûnê  kirin. Ji ber nexweşiya xwe li Edeneyê 9 mehan hat tedawîkirin û paşê jî ew şandin Girtîgeha Amedê li vir jî tedawiya wî berdexam kir. Beriya çend rojan ez çûm hevdîtina kurê xwe. Lê rewşa wî nebaş e.”
 
‘Kurê min nikare li xwe binêre'
 
Kumrî, da zanîn ku 6 sal in Îsmaîl nexweş e û got: "Kurê min piştî ku hat girtin nexweş ket. Em nizanin ku nexweşiya wî çiye jî. Hîn nehatiye teşhîskirin. Xwezî me jî bizanibûya nexweşiya wî çiye. Nikare xwarinê bixwe, tenê bi mama zarokan û şîr xwe têr dike. Diran di dev de nema ne. Çi dixwe vedireşe. Rewşa wî her diçe xirap dibe. Gelek zeyîf bûye. Bi tena serê xwe nikare li xwe binêre. Hevalên wî alîkariyê dikin û lê dinêrin. Cil û bergên wî hevalên wî dişon. Ev 6 sal in nexweşe. Bila kurê min berdin. Ew nikare li xwe binêre. Kurê min beriya ku bê girtin zarokek gelek xûrt bû. Lê niha gelek nebaşe. Niha girtî ye û di girtîgehê de tedawiya wî tê kirin.”
 
‘Bila ev zilm bi dawî bibe..." 
 
Kumrî, destnîşan kir ku girtî bi zilmê re rûbirû ne û wiha bi lêv kir: "Zilmê li girtiyan dikin, girtiyên nexweş nayên berdan. Ez dixwazim zarokên me bên berdan û li derve tedawiya wan bê kirin. Dilê me dayikan dişewite. Her roj ji girtîgehan cenazeyên girtiyan dertê. Em vê tiştê qebûl nakin. Ger ku tiştek bi zarokên me bê berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Girtiyên nexweş bi zanebûn nayên berdan. Zarokên me ne bêxwedî ne. Em ê heta dawiyê xwedî li zarokên xwe û girtiyên xwe derbikevin. Em ê li dijî zilma li ser wan her tim dengê xwe bilind bikin. Divê gelê me bêdeng nebîne. Tecrîda li Îmraliyê îro li ser hemû girtîgehan jî tê meşandin. Bila ev zilm û binpêkirina mafan bi dawî be.”
 
7 sal in girtiye
 
Girtiyê bi navê Hakan Kutluk jî dema 22 salî bûye, li navçeya Silopiyê di dema qedexeyên derketina derve de hatiye girtin û 7 sal in jî girtiye û 10 sal ceza lê hatiye birîn. Hakanê ku nêzî 4 salan di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê de ma, piştre wî sirgûnê Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’ya Nîzîp a Antepê kirin û niha li vir tê girtin. Dayika wî Fatma Kutluk, da zanîn ku li girtîgehan zilmek mezin heye û cîhan vê tiştê nabihîze.
 
‘Ji ber ku em kurd in ev zilm li ser me tê kirin' 
 
Fatma, wiha behsa rewşa kurê xwe Hakan kir: "Ji ber ku derfetê me yê çûyînê tuneye em nikarin wî bibînin. Ev du sal in min kurê xwe nedîtiye. Wekî hemû girtîgehan li wir jî li vir jî zilm heye. 10 sal ceza lê birîn lê piştre daxistin 7 salan. Em li bendê ne ku piştî Cejna Remezanê bê berdan. Ji ber ku gelek girtî înfazên wan bi hincetên kêyfî hatin şewidandin û me jî niha di nav fikaran de nin. Gelo dê bê berdan? Bi rastî ji ber ku em kurd in ev zilm li me tê kirin." 
 
‘Hemû girtî di bin tecrîda giran de ne' 
 
Fatma, diyar kir ku niha li girtîgehan tecrîdeke giran heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em di televîzyonan de dibînin ku zextek li hemberî girtiyan heye lê belê raya giştî li hemberî zex û zilmê bêdeng e. Ez ne tenê ji bo kurê xwe ji bo hemû girtiyan bi fikar im. Li dijî zilmê divê di serî de dayik û hemû kurdistanî bibin yek û dawî li vî zilmê bînin. Tecrîda giran a li hemberî Îmraliyê niha bandora xwe li tevahiya girtîgehan kiriye. Girtî niha di bin tecrîdeke giran de ne. Dema zarokên me di bin zilmê de bin, em jî di bin zilmê de nin.”
 
‘Li dijî zilmê tifaq pêwîst e’
 
Fatma, destnîşan kir ku li dijî tişta bi hewce avakirina tifaqê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dilê me dayikan dişewite. Hikûmet çav û guhê xwe girtiye lê hikûmet berpirsê wan mirinan e. Zarokên me ji ber parastina zimanê xwe û mafê xwe hatin girtin. Niha jî li girtîgehan bi mirinê re rûbirû hatine hiştin. Cenazê li girtîgehan derdikevin lê maşîneyên cenazeyê nadin malbatan. Li dijî zilmê divê Gelê Kurd rabe, ji ber ku bêdengî mirinê bi xwe re tîne. Divê em pêşiya vê mirinan bigirin. Ger ku tifaqa me kurdan hebûya dê ev zilm û zext tunebûya. Li dijî vê zilmê divê em tifaqa xwe ava bikin. Li dijî zilmê tifaqbûn pêwîst dike.”