Li ser gorên pakrewanan find hatin pêxistin

  • 09:06 25 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi boneya Roja Şehîdan a Rojava li ser gorên şehîdan find pêxistin. 
 
Bi boneya Roja Şehîdan a Rojava, Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li goristana şehîdên berxwedana serdemê ya navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê, find pêxistin. Hemû malbatên şehîdan ên herêma Efrînê beşdarî çalakiya pêxistina findan bûn. Alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên pekrewanan li goristanê hatibûn hildan. Çalakiya pêxistina findan bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Hecar Miho axivî. 
 
'Dewleta tirk êrîşî zarokên me dike'
 
Hecar Miho da zanîn ku ew weke malbatên şehîdan her tim li ser şopa zarokên xwe ne û wiha got: "Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê di vê rojê de em hemû pekrewanên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Di 25'ê Nîsanê sala 2017'an de dewleta tirk a dagirker 25 şervanên me şehîd xist. Ji ber vê yekê jî me ev roj kir Roja Şehîdên Rojava. Ji bo vê jî her sal em di vê rojê de wan pakrewanên azadiyê bi bîr tînin, ji ber vê jî me ev roj kiriye Roja Şehîdan."
 
'Dilê me li Efrîna dagirkirî lê dide'
 
Hacer Miho diyar kir ku dijmin çi bike jî nikare dilê dayikan ji gorê zarokên wan bike û wiha anî ziman: "Ev 4 sal in em li Kantona Şehbayê koçber in, lê her roj dilê me li goristana Metîna, Qaziqlî û li goristana Şehîd Avesta Xabûr lê dide. Di her kêliyekê de dilê me li Efrîna dagirkerî lê dide. Em bi hêvî ne ku sala bê, em li Efrîna dagirkirî di nav gorên zarokên xwe de vê rojê bi bîr bînin."
 
'Tekoşîna zarokên me, wê xiyanet û dagirkeriyê têk bibe'
 
Hacer Miho bang li hemû dayikên şehîdan kir ku xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin û wiha bi lêv kir: "Îro me li seranserî Kurdistanê goristanên perewana ava kirine. Em jî bi boneya vê rojê dibêjin, bes e ji kuştin û şewitandina dilê dayikan re. Ev 42 sal in şerê birakujiyê û xiyanetê bi ser gelê kurd de tê. Ji ber vê yekê jî em li pey şopa perewanên xwe ne, em ê tola wan hildin. Bi fikir û felsefa Rêber Apo em ê xwe rêxistin bikin û bi têkoşîna zarokên me li hember dijmin e. Em ê xiyanet û dagirkeriyê têk bibin."
 
Çalakiya pêxistina findan bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.