Jinan ji bo Ayselê edalet xwestin: Her deqe girîng e

  • 09:05 25 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Jinên bijîşk, hunermend, siyasetmedar û femînîst ku îmze avêtibûn platforma ‘Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’  der barê rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de axivîn û diyar kirin ku divê demildest edalet pêk bê.
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku li girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1'an a Kandirayê ya Kocaeliyê dimîne teşhîsa demansê lê hat danîn û di şert û mercên girtîgehê de rewşa wê her diçe giran dibe. Aysel Tugluk ku bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne, êdî di meşê de zehmetiyan dikşîne û gelek tiştî ji bîr dike. Ayselê ku bi raporên ATK’ê nayê tehliyekirin, li her derê cîhanê jin bi armanca piştevaniyê têdikoşin.  
 
Platforma ‘Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’ rojên borî de der barê kampanyayê de daxuyanî dan û banga edaletê kirin.
 
‘Di siyaseta demokratîk de fîgurek girîng’
 
Akademîsyen femînîst Dîlek Hattatoglu ku bi KHK’ê hat îxrackirin, da zanîn ku  raporên piştî nexweşiya Ayselê derketiye holê hatine danîn raporên siyasî ne û wiha got: “Ne tenê der barê Ayselê de der barê hemû girtiyên siyasî de wisa ye. Aysel Tugluk ne tenê di siyaseta kurd de, di siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê de jinek siyasetmedar a girîng, fîgurek girîng e. Gelek girtiyên nexweş hene. Yên jiyana xwe ji dest didin hene. Biryarên ne etîk ên di şexsê Ayselê de ji bo gelek girtiyên din jî derbasdar e.”
 
‘Her deqeya Ayselê girîng e’
 
Dîlekê bi lêv kir ku her deqeyek ji bo Ayselê girîng e û wiha pê de çû: “Divê Aysel demildest bê berdan, bê dermankirin. Bi vê wesîleyê belkî bal bikêşin ser girtiyên din jî. Hêvîdar im girtiyên nexweş demildest bên dermankirin. Her deqeya jiyana Ayselê girîng e. Ji ber vê jî divê bê dermankirin. Divê em ji bo Aysel û girtiyên din ên siyasî bikevin nava tevgerê û mafên wan biparêzin.” 
 
‘Ayselê her tim aştî parast’
 
Ayşe Uygunel a ku wê jî îmze avêtibû kampanyayê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Siyasetmedareke kurd a jin ku siyaseta demokratîk dike niha girtiye û nikare aktîvîteyên jiyana rojane bîne cih. Lê tevî ku rewşa wê li holê ye biryarên siyasî tên dayîn û tê girtin. Ez beriya her tiştî wek jinekê empatiyê dikim. Di şexsê Ayselê de pêşiya siyaseta demokratîk girtin, wijdanê min ne rehet dike. Ez dixwazim destê wê bigirim, ji wir derxînim. Ayselê di siyaseta demokratîk de heta niha tenê aştî xwestiye.”
 
‘Divê rewşa wê ji aliyê lijneya serbixwe bê nirxandin’
 
Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Prof. Dr. Pinar Saîp jî destnîşan kir ku mafê tenduristiyê mafekî mirovahî ye û divê girtî bikaribin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê û wiha dirêjî dayê: “ Îro ji girtîgehan ji bo odeyên pîşeyî der barê gelek pirsgirêkan de gilî tên. Ji bo ev binpêkirin pêk neyên hewcedariyeke mezin derdikeve holê ku divê odeyên pîşeyî van deran kontrol bikin. Divê lijneya referanseke serbixwe rewşa Aysel Tugluk binirxîne û tiştên hewce bike.”
 
‘Ayselê hevala me ye’
 
Seroka EMEP'ê ya Stenbolê Sema Barbaros ku wê jî îmze avêtibû kampanyayê nêrîna xwe wiha daxuyand: “Em ji bo Ayselê edaletê dixwazin. Me hezar jinî îmze avêt. Tiştên li girtîgehan tên kirin ne mirovanî ye. Em tiştên li Ayselê tên kirin qebûl nakin. Em ligel wê ne. Aysel hevala me ya têkoşînê ye. Em di gelek têkoşînan de ligel hev bûn. Rewşa ku Aysel tê de ye nikare bê qebûlkirin.”
 
 
‘Hebûna wê me xurt dike’
 
Lîstikvan Denîz Turkalî ku wê jî îmze avêtibû kampanyayê der barê Ayselê de wiha bang kir: “Aysel tu ne tenê ye, em her tim ligel te ne. Em bi hev re xurt in, hebûna te me zêdetir xurt dike. Ez te hembêz dikim, hevala min.”