1’ê Gulanê: Em ê li dijî şer wekheviya gelan biparêzin

  • 09:04 25 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Hevserka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan da zanîn ku wê di 1’ê Gulanê de li qadan wekheviya gelan biparêzin û endama Lijneya Rêveberiya Giştî ya Malê Gel Zeynep Çelîk jî destnîşan kir ku desthilatdarî her cara dikeve tengasiyê bi siyasta şer civakê diçewisîne. 
 
Ji ber şertên pandemiyê krîza borî ya heyî her diçe giran dibe û hezaran welatiyên di bin sînorê xizanî û birçîbûnê de jiyana xwe didomînin, heye. Li gorî endamên Lêkolîna Hêza Kar a Malbatê (HÎA) ya saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK)  di meha sibatê  de rêjeya betalyê ji sedî 10.7 hatiye diyarkirin û di heman raporê de hejmara betalan jî 3 mîlyon 579 hezar hat daiyarkirin. Li gorî ‘Rapora Îstîhdam û Betaliyê’ ya meha Nîsanê ya DÎSK-AR’ê hejmara betalan 8 mîlyone û ev wek ji sedî 21,8 hat qeyd kirin. Betaliya jinê jî ji sedî 18,8 hat diyarkirin. 
 
Karker bi daxwazên xwe ji bo 1’ê Gulanê xwe bi awayekî xurt amade dikin û  Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger a Tirkiyeyê(DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK), Odeya Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Hekîmên Dîranan a Tirkiyeyê (TDB) di 8’ê Nîsanê de li Navenda Giştî ya DÎSK'ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê û bernameya 1’ê Gulanê aşkera kiribûn û her kes vexwendin qadan.
 
Cigira serokatiya giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan da zanîn ku li ser têkoşîna hevpar nîqaş meşandine û bi platforma siyasî ya ji 7 partî û rêxistinên demokratîk pêk te, derfetên têkoşina hevpar nîqaş kirine. Selmayê wiha vegot: “Dxwaza me ev e ku ev yekitî rojên pêş de wek tifaq bi teşe bibe. 1’ê Gulanê yek ji rojên taybet e. Îsal pêvajoyeke ku şert û mercên jiyanê roj bi roj giran dibe tê jiyîn. Ji ber zema tê kirin mûçeyê asgarî yê zemkirî beyî bikeve destê karkeran dihele. Her tişt bihaye û enflasyon gelek bilinde. Hêza girtina gel nemaye. Di meha kanûn û çile de li 120 kargehan grev, berxwedan û karberdan mijara gotinê bû.”
 
‘Ji çekan re butçe tê veqetandin’
 
Selmayê balkişand ser polîtîka hikûmetê û got hikûmet  dixwaze bibe hevkarê şerê Ukraynayê û der barê vê de bazirganiya çekan a girîng mijara gotinê ye,di pêvajoya çend mehên dawî de di bin navê lêçûna parastinê de butçeyek mezin ji çekan re tê veqetandin. Selmayê wiha daxuyand: “Rêjeyek mezina aboriyê li van deran tê veqetandin. Pêvajoyeke ku gel xizanî û betaliyê dijîn, tê jiyîn. Bertekên li hember vê jî hene. Karker û kedkar bi daxwazên xwe li qadên 8’ê Adar û 21’ê Adarê bûn. Wê di 1’ê Gulanê de jî li qadan bin. 1’ê Gulanê roja ku karkeran wek roja wekhvî û yekîtiya çînan Îlan kiriye.  Ji ber vê jî li dijî polîtîkayên şer jî roja rêxistinbûna gelane. Çalakî wê tenê li navendên bajar sînor nemîne. Divê çalakî û bernameyên ku daxwazên kedkar û karkeran tîne ziman bên amadekirin. Em 7 sazî hatin gel hev û me banga xwe ya der barê 1’ê Gulanê de ku bi girseyî pêk bê de kir.”
 
‘Wê her kes xebatên xwe bimeşîne’
 
Selmayê wiha dawî lê anî: “Li welat pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Li dijî van pirsgirêkan daxwaza têkoşînê jî zêde ye. Em di nokteya ku di 1’ê Gulanê de xwe rêxistin bikin de hemfikrin. Di vî alî de wê her kes di nav xweserbûna xwe de xebatên xwe bimeşîne.”
 
‘Her cara dikeve tengasiyê civakê diçewisîne’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Giştî ya Malên Gel Zeynep Çelîk jî balkişand ser tifaqa demokrasiyê û wiha vegot: “Li cîhanê û welatê me krîzên aborî, şer, koçberî û şîdeta li hember jinan tê jiyîn. Ev 50 sale hawira şer heye. Em di pêvajoyek  gelek pirsgirêk tên jiyîn de derbas dibin. Ji ber pandemiyê mirov hepsê malan hatin kirin lê karker neçar man bixebitin, bar li ser milê aliyê xizan bar bû. Li aliyê din jî desthilatdariyê bi zext û zordariyê civak çewsand.  Qeyûm tayînê şaredariyan kir, komeleyên jinan girt.  Desthilatdariyê bi siyaseta şer civak çewisand. Ji girtîgehan agahiyê mirinan tên.”
 
‘Berpirs ne gel e, sermayedarin’
 
Zeynebê balkişand ser ser krîza aborî û got civak li dijî krîza aboarî gotinên xwe dibêje û li dijî vê avabûneke ku mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin, ava dikin û wiha pê de çû: “ Gel li dijî krîzan daxwazên xwe yên mafdar tînin ziman. Berpirsê krîzê ne gel in, sermayedarin.Di vê pêvajoya ku mafê hilbijartinê jî tê xespkirin de em hewl didin daxwaz û zemîna ku bi hev re pêngav bê avêtinê, ava bikin. 1’ê Gulanê du sal e bi hinceta pandemiyê anîne asta ku neyê pîrozkirinê. 1’ê Gulanê li hemû cîhanê roja piştevanî û têkoşîna kedkarane. Di 1’ê Gulanê de daxwaz tên ziman.  Sedema krîz aborî ne emin. Ji ber vê jî em ne neçarin ku vî barê krîzê bikşînin. Em her roj bi zemên nû re tên rû hev. Em desthilatdariyeke ku ji rastiyê dur in re rû bi rû ne.  Em her kesî vexwendiyê qadên 1’ê Gulanê dikin.”