Rojnameger Bêrîtan Sarya: Hedef qirkirina kurdan e

  • 09:01 25 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Rojnameger Bêrîtan Sarya êrîşa dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li hember Herêma Federe ya Kurdistanê nirxand û got: “Dewleta Tirk dixwaza PKK’ê tasfiye bike û plana qirkirina kurdan temam bike. Divê gelên Tirkiyeyê vê berxwedanê bibînin. Berxwedana gel girîng e.” 
 
Tirkiye bi hevkariya PDK’ê di 14’ê Nîsanê de li hember herêma Federal a Kurdistanê êrîş pêk anî û di 17’ê Nîsanê de jî  li hember qadên Zap, Metîna û Avaşîn tevgera berfireh hat destpêkirin. Li hember Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîş didomin.
 
Rojnameger Bêrîtan Sarya der barê êrîşên AKP ên bi hevkariye PDK’ê  ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Tirkiye dixwaze bikeve Garê û Qendîlê’
 
Bêrîtanê diyar kir ku li hember Qadên Parastina Medya êrîşek dijwar heye û seranserê salê êrîşan berdewam kiriye, Tirkiyeyê planê xwe kiriye jiyanê û got: “Tirkiyeyê dixwest sê mehan de bikeve Garê û Qendîlê û di vê de israr dike. HPG’ê darbeyên giran lê xistin. Bedel da. Li hinek herêman operasyon didomin. Di 14’ê Nîsanê de êrîş zêde bûn. Di 17’ê Nîsanê de li hember Kurojahro, Şikeftêbrîndara, Çiyayê reş û Avaşîn êrîş pêk anîn. HPG’ê êrîş berbelav kir. Şer bê navber didome.”
 
PDK hewl dide dora HPG’ê bigire
 
Bêrîtanê balkişand ser hevkariya TSK-PDK’ê û daxuyand ku salên borî jî heman tablo hatiye jiyîn û got: “Hêzên Zerevan yên girêdayê PDK’ê şandin herêma Şêladizê û hîna li wirin.  Vê carê ne ji leşkerên tirk, ji baragehên Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk şandin herêma Zapê. Dewleta Tirk ji barageha leşkerî ya Bamernê bi helîkopteran leşker anîn xeta Şêladizê. Di alî dewleta Tirk de rola kordînekirina şer lîst. Tevî van HPG’ê berxwedanek mezin nîşan da. Anîna leşkeran a ji baragehên tirk tê wateya ku PDK jî tevli tevgera dagirkirinê bûye. Dixwazin HPG’ê dorpêç bikin."
 
Girîngiya xeta Kurojahro
 
Bêrîtanê destnîşan kir ku li dijî êrîşan berxwedanek mezin heye û Tirkiyeyê windahiyên mezn dane û got: “Avaşîn, Metîna û Zap parçeyên Iraqê ne û Zap û Avaşîn 40 sal e ji aliyê HPG’ê ve tên bikaranîn. Tê hedef kirin ku li wir darbeyê li gerîla bixin û bikevin Garê û Qendîlê. Ev hem ji bo Kurdan hem ji bo Iraqê girîng e. Polîtîka qirkirinê ya sedsalan a Dewleta Tirk heye. Siyaseta înkar û îmhayê. Ji bo vê pêk bîne qirkirinên fîzîkî û çandî kir. Lê  50 sale tevgera zadiya Kurd li dijî wan e û wan nikaribû qirkirinê pêk bînin.  Dewleta Tirk dixwaze li PKK’ê bixe, Gelê Kurd bê parastin bihêle. Ligel vê salvegera sedsala Peymana Lozanê tê. Dewleta Tirk plana mîsakî mîlî dizane. Dixwaze heta Musul û Kerkukê ji nûve dagir bike. Tevgerên dagirkirinê pêk tînin. Li hember Qadên Parastina Medya operasyon dikir lê şûnde dikişiya. Ji 2021’ê şûnde di carekê de tevgerên dagirkirinê pêş xist. Herêma Kurojahro ya li herêma Zapê ye gelek girînge. Rolek girîng dilîze. Riyên Garê, Metîna, Zapê ji vê herêmê derbas dibin. Ji ber vê jî  dagirkirina xwe pêk bîne wê li hember Garê û Qendîlê jî tevgerê pêk bîne.”
 
Bêrîtanê daxuyakirin ku Tirkiye di rewşa ku Garê dagir bike de wê Musulê bike bin zextê û ji ser Kerkukê jî gelek lîstikan bilîze û ev plan bandor li ser hemû Herêma Federal a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraqê dike.  Bêrîtanê her wiha destnîşan kir ku Dewleta Tirk li Iraqê neçareseriyê girantir dike û got: “Di cotmehê de referandum bû lê dewleta Tirk mudaxale kir. Dihat payîn YNK namzetê serokomariyê derxe,  tevî epyaman wan ya tifaqa Kurdistanê hebû jî her du deman jî namzetên xwe derxistin. Wezîrê karê hundir yê niha Rêber Ahmet, endamekê berê yê Parastinê û kesekî qirêj e.  Bi NATO û dewleta Tirk re namzetê serokomariyê hat nîşandan.”
 
‘Starta şer bi giranbûna tecrîdê re hat dayîn’
 
Bêrîtanê  her wiha di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Dewleta Tirk ji ber xwe ji têkçûnê xilas bike û desthilatdariya xwe bidomîne êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdistanê didomîne. Ji bilî HDP’ê nêzîkatiyên partiyên Tirkiyeyê tên zanîn. Ji bo qirkirina kurdan temam bibe li dijî êrîşan bêdengî heye, kes deng dernaxe. Lê wek AKP plan dike nameşe. HPG berxwedanek mezin nîşan dide. Lê bêguman ev têr nake. Tenê li hember herêmên HPG’ê êrîşt tune ye. Li Tirkiyeyê hawirek faşîzmê ya cidî heye. HDP di hedefê de ye. Li girtîgehan komkujî pêk tên. Hemû kesên demorkatîk tên tasfiyekirin. Li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgerên dagirkirinê tên kirin. Starta êrîşan jî bi tecrîda giran ya li ser Rêber Ocalan hatiye destpêkirin. Ev salek zêdeye agahî ji Ocalan nayê girtin. Bi armanca qirkirinê, êrîşeke topyekun heye.”
 
‘Li dij Kurdane’
 
Bêrîtanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “PDK û Tirkiye di hevkariyê de ne. PDK demek dirêje li hember PKK’ê di êrîşê de ye. PDK di hemû planên qirkirinê yên li hember kurdan cih girtiye. Abdullah Ocalan di 2013’an de xwest ji bo yekitiya neteweyî kongreyê kom bike. Rola hevserokatiyê dan Mesut Barzanî lê ji aliyê Mesut Barzanî ve hat redkirin.  Niha rewşeke lezgîn heye.Em pirsgirêka hebûn û tunebûnê dijîn. Divê em di esasa berjewendiyên netewî de bên gel hev. Niha welatê me di bin dagirkirinê de ye. Dixwazin me bifetisînin. Divê kurd yekitiya xwe ava bikin.”