Bertekên li hemberî doza girtina KCDP'ê: Yên divê bên darizandin ne em in

  • 09:02 24 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Nûnera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Asya Cemre Işik, da zanîn ku doza girtina derbarê KCDP'ê de ne hiqûqiye, di vê pêvajoyê de wê wek Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê ligel KCDP’ê bin.
 
Li Komeleya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin ku ji 2012’yan heta niha faliyetan dimeşîne bi îdiaya yekitiya malbatê xera dike bi sûcdariya ‘li dijî ahlaq û qanûnê faliyetan dimeşîne’ doza girtinê hat vekirin. Hat îdiakirin ku mijara dozê jî daxwazanemyên gilîkirinê ne û ev daxwazname jî ‘gumana sûc a xurtin’. Doza hat vekirin de serlêdanên bi nivîskî yên wekê ‘di bin navê parastina mafê jinê de malbat tune tê hesibandin, malbat tê parçekirin’, esas hatin girtin. Her wiha ji bo girtinê jî dozê der barê rêveberên komeleyê de hatin pêşkêşkirin.
 
Nûnera Mafê Jinan a Baroya Amedê, parêzer Asya Cemre Işik doza li KCDP’ê hatiye vekirin nirxand.
 
‘Dewletê berê xwe daye saziyên jinan’
 
Cemreyê destnîşan kir ku pêvajoya destpêka vekirina doza girtina KCDP’ê ji daxwaznameyên gilîkirinê pêk tê û wiha vegot: “Em dikarin vê wek helwesteke mêran a li dijî qetilkirinên jinan jî bibînin. Di daxwaznameyên  gilîkirinê yên der barê komeleyê de yek delîlek şênber tune. Dibêjin ‘malbat tê tunekirin, bingeha malbatê xera dike’. Lê komeleyeke ku li dijî şîdet û kuştinên jinan têdikoşe çawa dibe ku li dijî qanûn û ahlaqê be? Komele ji bilî şpandina dozan daneyên şênber jî  ava dike. Jinên ku tên kuştin dihêjmerin û dikin rapor. Gelek caran daneyên ku dewlet venakin, ew bi me re parve dikin. Di vî alî de di pêvajoyên darazê de daneyên ku rê didin ber dozê amade dikin. Ji vekişîna Peymana Stenbolê heta niha tişta ku em ji dewletê dipên di alî şîdeta li ser jinê de polîtîkayên bi bandor bê pêşxistinê ye. Lê dewlet berovajî vê tevdigere, saziyên li dijî şîdetê xebatan dimeşînin digire. Doza der barê KCDP’ê de jî parçeyeke vê zextê ye.”
 
‘Yên divê bên darizandin ne em in’
 
Cemreyê di dirêjiya axaftina xwe de daxuyand ku yên ku divê bên darizandin ne jin in, divê gumanbarên şîdetê, kujerên jinan bên darizandin û wiha bi lêv kir: “Em her tim li cem jinên ku rastî şîdetê hatine ne. Em ji bo piştgiriya wan her tim amade ne. Tişta em dikin ne çalakiyeke li dijî qanûnê ye, an jî li dijî ahlaqê ye. Ji ber vê jî doza hatiye vekirin li dijî hiqûqê ye.”
 
‘Wek xetere dibîne’
 
Cemreyê, daxuyan ku zemîna siyasî pêvajoya peymana Stenbolê li ser îdiayên ‘yekitiya malbatê xera dike’ hat meşandin û wiha bi lêv kir: "Dema mirov li van nîqaşan dinêrin, xurtbûna jinê li dijî saziya malbatî wek xetere dibînin. Di esasê de li cihê ku mafê jinan bê parastin, dengê jinan bê derketin, gotin bê gotin, maf bê parastin, îhtîmala ku malbat zirarê dibîne heye. Ji ber  gelek caran dema em dibêjin şîdeta nav malê; kesên nêzî jinan, yanî bav, bira û hevjîn  tê zanîn. Ji ber vê jî dema jin derxe,  ji hinekan piştgiriyê bigire ev nîşan dide ku xurt bûye. Ev ji nîqaşê re nikare bê vekirin. Ger jiyana jinekê ketibe xetereyê li gorî min girîngiya saziya malbatî tune.  Ji ber mafê jiyanê di ser hemû nirxan de ye.”
 
Cemreyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku doza girtina der barê platformê de ne hiqûqiye, di vê pêvajoyê de wê wek Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê ligel KCDP’ê bin û piştgiriyê bidinê.