'Li dijî qetilkirina jinan xwedî li doza Denîzê derkevin'

  • 09:01 24 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Jinên Botanê banga tevlîbûna danişîna doza Denîz Poyraz a ku dê di 29’ê nîsanê de pêk bê kirin û gotin: "Di şexsê Denîzê de êrişê li hemû jinan hatiye kirin. Her wiha îqtîdar jî kujer diparêze. Li dijî vê yekê divê em xwedî li doza Denîzê derkevin." 
 
Di 17’ê hezîrana 2021’an de ji hêla Onur Gencer ve li hember avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê êrişeke pêk hat. Di encama êrişê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Sêyemîn rûniştina doza kujer Onur Gencer dê di 29’ê nîsanê de bê dîtin. Sazî û rêxistinên jinan ji bo tevlîbûna danişînê bangewaziyan dikin. Jinên li Botanê derbarê dozê de ji ajansa me re axivîn û bangewaziya tevlîbûna danişînê kirin. 
 
‘Denîz bi hovane hat qetilkirin' 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Meryem Eşkara, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji ber polîtîkayên ku tên meşandin gelek jin bi hovane tên qetilkirin. Denîz Poyraz jî ji van jinan yek e. Qetilkirina Denîz Poyraz bi awayek hovane bû. Ev kesê ku Denîz Poyraz qetil kir, li Rovaja perwerde girtibû û ev tişt derketibû holê. Ev kes jî bi destê îqtîdara AKP û MHP’ê hat perwerdekirin. Ev kes bi zanebûn hat partiyê û Denîz Poyraz qetil kir."
 
‘Ji qetilkirina jinan re em dibêjin êdî bes e' 
 
Meryem, destnîşan kir ku dê di 29'ê nîsanê de danişîna doza Denîz Poyraz e û got: "Divê jin xwedî li vî dozê derkevin. Xwedî derketina li doza Denîz Poyraz, xwedîderketina nirxên mirovahî û jinên kurd e. Dewleta AKP û MHP’ê dixwazin di şexsê Denîz Poyraz de deng û têkoşîna jinên kurd bide rawestandin. Lê bi qetilkirina Denîz Poyraz re bi hezaran Denîz derketin gotin ‘Em Denîz in û em hene’. Ew ê nikaribin pêşiya têkoşina me ya jinan bigirin. Li hember qetilkirina jinan em dibêjin êdî bes e.”
 
‘Jin dê bi têkoşînê bi ser kevin' 
 
Meryem, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li hemû jinan dikim ku roja danişînê li ber Edliya Îzmîrê bin. Ev doz doza me hemûyan e. Divê xwedî derketineke mezin hebe. Baweriya me bi edaleta AKP û MHP’ê tuneye. Lê em bi berxwerdana xwe xwedî vê dozê derkevin. Dê têkoşîna jinê bi ser keve. Di şexsê Denîz de em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Kes nikare dengê me qût bike. Serkeftin ya jina kurd û Gelê Kurd e.”
 
‘Em ê şopdarê doza Denîz Poyraz bin’
 
Ji endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hatîce Beytûr banga pêkanîna edaletê kir û got: "Denîz Poyraz jinek ciwan bû û bi zanebûn hat qetilkirin. Çima kujerê wê nayê cezakirin û tê parastin. Ew me bi kuştinê nikarin xilas bikin. Em kurd in û tu carî paşve gav navêjin. Hevala me bi awayeke hovane hat qetilkirin. Em naxwazin êdî tu jinek din bê qetilkirin. Em ê şopdarê doza Denîz Poyraz bin. Em dixwazin kujerê wê bê cezakirin û tu jinek din neyê qetilkirin. Dewlet kujerê jinan diparêze. Dewlet şûna ku jinan biparêze kujeran diparêzin. Dewlet divê ji vê rêya şaş vegere û kujeran neparêze.”
 
‘Kujer nayên cezakirin' 
 
Hatîce, bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên bê cezabûnê bi sedan jin hatine qetilkirin û wiha bi lêv kir: “Ji ber van polîtîkayan, mêrên kujer hêzê digire û dibêje ‘dewlet li pişt min e’. Ew kujer jî baş dizanin ku dema jinek qetil bikin nayên cezakirin. Lê qetilkirina Denîz bi hovîtî û plankirî hat kirin. Kujer hêza xwe ji dewleta faşîst digire. Ev bi salane em daxwaza azadî, aştî û wekheviyê dikin. Lê belê ew dibêjin şer. Ji ber vê yekê ev komkujiyan dikin. Em naxwazin êdî dilê dayikan bişewite. Em naxwazin dilê dayika Denîz jî bişewite. Ji ber vê yekê jî divê em hemû jin xwedî li vê dozê derkevin."